Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bi ser 11 hezarî ketin 2020-11-10 19:39:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 87 mirovên din mirin û 2 hezar û 529 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 87 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 529 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 11 hezar û 59 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 399 hezar û 860.