'Dibe ku dadgeh ev maf dabe te, lê dewlet vî mafî nade te' 2020-11-11 09:04:15 ŞIRNEX - Ahmet Can ê di darbeya leşkerî ya 12'yê Îlonê de, ji hemwelatîbûnê hatibû derxistin, ev 40 sal in ku ji bo nasnameya xwe bi dest bixe têdikoşe. Can, diyar kir ku ew dixwaze mafê wî yê hemwelatîbûnê bê dayîn û got: "Ger hewce bike ez ê serê li DMME'yê bidim." Di 12'ê îlona sala 1980'an de bi pêşengiya Orgeneral Kenan Evren li Tirkiyeyê derbeya leşkerî pêk hat. Piştî darbeya ku heya roja îro bandorên wê dewam dikin, bi giştî 14 hezar kes ji hemwelatîbûnê hatibûn derxistin.     Yek ji van welatiyên ku ji hemwelatîbûnê hatin derxistin, welatî Ahmet Can (65) ê ku li navçeya Silopî ya Şirnexê dijî ye. Can, ji bo ku hemwelatiya wê bê qebûl kirin û nasnameya wî bê dayîn, bi salan e di bin şert û mercên dijwar de têdikoşe. Her çend hemwelatiya wî bi biryara Dadgeha  Herêmî ya Enqereyê hat qebûlkirin jî, ev 2 salin nasnameya wî nayê dayîn. Can, têkîldarî mijarê axivî û diyar kir ku ew 40 salin  ji bo ku nasnameya xwe bistînê têdikoşe.     JI HEMWELATÎBÛNÊ DERXISTIN   Can, anî ziman ku ew bi salane pirsgirîka nasnameyê dijî û wiha behsa çîroka xwe kir: "Heya ku nasnameya min nedin min ezê rehet nebim. Gava ku  li Tirkiyê darbeya leşkerî çêbû, ez ji bo xebatê çûm Mêrsînê. Piştî darbeyê ez vegeriyam Silopiyê. Min zarokên xwe jî hildan û em çûn Mêrsînê. Piştî darbeya leşkerî, 14 hezar kes ji hemwelatîbûnê hatin derxistin. Navê min jî di nav wan kesan de bû. Wê demê zarokên min pir biçûk bûn. Ez li Mêrsînê karkerekî demsalî bûm. Dûrê min ji bo xwe li wê derê çayxaneyek vekir. Min bi vî awayî debara malê dikir. Gelek dem ser re derbas bû. Di sala 1996'an de, bi hinceta  'Li vir kesek bi nasnameyek sexte dixebite' hatim îxbarkirim.  Ligel vê îxbarê polîsan bi ser kargeha min de girtin û ez binçav kirim. Piştî ku ez birim qereqolê ji min re gotin  'Tu  ji hemwelatîbûnê hatiyî derxistin. Em ne dikarin te bişînin leşkeriyê ne jî tiştek bikin.' Pişt re ez berdam. Dûre min parêzer girt û serlêdan kir. Ez ketim nav hewlêdanan ku nasnameya xwe bistînim. Min gelek hewl da, lê heya niha nasnameya min nehat dayîn."    'EZ LI GEL 4 ZAROKÊN XWE HATIM GIRTIN'   Can, bi bîr xist ku sal bi sal ew bi zehmetiyên mezintir re rûbirû ma wiha got: "Piştî ku sal derbas bûn, ez ji Mêrsînê vegeriyam Sîlopiyê. Ji bo ku nasnameya xwe bistînim min dîsa li vir parêzer girt û li Şirnexê serlêdan kir. Lê Walîtiya Şirnexê ev serlêdana min qebûl nekir û hat gotin ku li cîhê ku ez lê dimînin divê serlêdan bikim. Ez çûm Mêrsînê û min li wir serlêdan kir. Bersiva daxwaznameya min hat dayîn û gotin; 'Tu ji hemwelatîbûnê hatiye derxistin û em nikarin nasnameyek bidin te.' Piştî vê bersivê, min tiştek nekir. Hema ez mam sekinî. Zarokên min mezin bûn, zewicîn  û neviyên min çêbûn. Lê zarokên min li ser navê min nehatin qeyd kirin. Paşnavê min cuda ye, yê wan cuda ye. Ez ne dikarim herim cihekî û ne jî dikarim biçim nexweşxanê. Carekê ez li sûka Mêrsînê geriyam. Ixbara min hat kirin. Polîs hatin ez birim malê. Di lêgerîna malê de, çek hat dîtin. Bi vê bêbextiyê ez  û 4 zarokên min binçavkirin. Dûre em girtin û şandin Girtîgeha Edeneyê. Piştî 5-6 mehan zarokên min berdan, lê ez mam."   JI TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ BER BI SIRGÛNÊ VE...   Can, da zanîn ku ji ber tunebûna nasnameyê, gelek caran hat binçavkirin û wiha rêz kir: "Salek şûnde ez hatim berdan. Ez çawan hatim berdan min berê xwe da Sîlopiyê û ez li wir bi cih bûm.  Li vir jî ez nêçar mam ku dîsa ji bo nasnameya xwe serlêdan bikim. Ez çûm Midûriyeta Nifûsê ku serlêdanê bikim. Li wir min ji wan re got 'Nasnameya min bidin min, çend sal in ez wêran bûm.'  Kesekê ku li wir dixebitî li  min nêrî û got 'Tu Ahmet Canî?' Min jî got 'erê, ez im.'  Wan ji min re got, 'Cezayê te heye, tu yê biçî girtîgehê.' Min ji wan re got, 'Bila ez nasnameya xwe bistînim cezayê min çi dibe bila bibe, ez ê bikêşim.' Dûre ez dîsa girtim. Ez ji Girtîgeha Şirnexê sîrgûnê Girtîgeha Mêrdînê û ji wir jî sirgûnî  girtîgeha servekirî ya Sêrtê kirim. Piştî demekê ez hatim berdan. Min gelek hewl da, lê nasnameya min nedan min. Di dawiyê de 4 sal berê, Saziya Ewlekariyê ya Mîllî ji min re daxwazname şand û got  'Tu ji bo Tirkiyeyê kesekê xeternakî.' Ez matmayî mam. Ligel ku min tiştek nekireye, gelo çawan dibe ku ez dibim kesek xeternak?"   'NASNAME MAFÊ MIN Ê HERÎ XWEZAYÎ YE'   Ahmet Can, xwest ku nasnameya wî bê dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku nasnameya xwe bistînim, ezê serlêdanên xwe dewam bikim. Her ku dawî min ev pirsgirêka xwe bir dadgehê. Dadgehê jî ev daxwaza min red kir. Piştra, 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqer, ez mafdar dîtim. Ev daxwaza min bi yek dengî hat qebûlkirin. Piştî 40 salan şûnde min nû nefeseke bi aram stand. Li sesr vê yekê ez çûm Midûriyeta Nifûsa Şıirnexê ji bo ku  nasnameya xwe bistînim. Lê karmendekê li wir dixebitî, vê carê ji min re got, 'Dibe ku dadgeh ev maf dabe te, lê dewlet vî mafî nade te.' Ev du salin, dadgehê maf daye  min, lê nasnameya min nadin min. Ez çûm Şirnexê û min 20 caran daxwazname şand. Lê nasnameya min nadin min. Ev sûcekî mirovahiyê ye. Heta ku ji destê min tê ez ê ji bo nasnameya xwe têbikoşim. Ger hewce bike, ez ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidim. Mafê min ê herî xwezayî  hemwelatiya min. Ez hemwelatiyê vê xakê me. Divê vî mafê min bidin min."   MA /Zeynep Dûrgût