Êrişî ciwanê bû endamê HDP’ê kirin 2020-11-11 09:05:35 MERSÎN – Şiyar Ozdemîr ku li Mersînê bû endamê HDP’ê, di heman roja ku bû endam de 3 kesan êrişî wî kirin. Ozdemîr, diyar kir ku êrişkaran gef li xwarine û jê xwestine ku neçe HDP’ê.  Şiyar Ozdemîr (18) ku li navçeya Akdenîz a Mersînê dijî, di 9’ê mijdarê de çû Avahiya HDP’ê ya Navçeya Akdenîz û di çaroveya kampanya endamtiyê de bû endamê HDP’ê. Di heman roja ku Ozdemîr bû endamê HDP’ê de 3 kesên nasnameya wan ne diyar êrişî wî kirin û bi gef ji xwestin ku neçe HDP’ê.     SERBORIYA OZDEMÎR   Ozdemîr bi van gotinan qala êrişa lê hatibû kirin kir: “Dema ku ez ji kar derketim û hatim malê, saet derdora 21.00’an wesayîteke reş li kuçeya mala me bilez pêşiya min girt. Kesekî di wesayîtê de bangî min kir. Dema ku çûm ji min pirsî ku ez Şiyar Ozdemîr im? Min jî got, ‘Belê, hûn kî ne?’ Dema kum in vê pirsê kir, ji wesayîtê peya bûn û gotin, ‘Em ê nîşanî te bidin ku em kî ne’. Pişt re bi kulm û piyanan li min dan. Ji bo ku ji wan xelas bibim min qîr kir. Dema kum in qîr kir yek ji wan destê xwe xist tînika min û min ber bi paldankê ve tenda. Di wesayîtê de jî li min dan.”    GEFA NEÇÛYÎNA HDP’Ê   Di berdewamê de Ozdemîr, destnîşan kir ku êrişkaran bi gef jê xwestine ku neçe HDP’ê û jê re gotine ku careke din wî li HDP’ê bibînin dê ji bo wî ne baş be.   WÊ GILIYA ÊRIŞKARAN BIKE   Ozdemîr, diyar kir ku wê têkildarî êrişê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mersînê bide û piştgiriya hiqûqî ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê bixwaze.