Înîsyatîfa Peymana Stenbolê ya Kocaeliyê: Em ê têkoşînê dorfirehtir bikin 2020-11-11 09:05:40 KOCAELÎ - Dilxwazên Înîsyatîfa Peymana Stenbolê ya Kocaeliyê anîn ziman ku ji ber Peymana Stenbolê pêk nayê gef li jiyana wan tê xwarin û ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin ku têkoşînê bilintir bikin.  Dilxwazên Înîsyatîfa Peymana Stenbolê ya Kocaeliyê destnîşan kirin ku ji ber ku Peymana Stenbolê pêk nayê gef li wan tê xwarin. Dilxwazên înîsyatîfê behsa avakirina înîsyatîfê û armancên wê kirin.    Dilxwaza înîsyatîfê Elîf Sînem Arikan, anî ziman ku ji bo liv û tevgereke pev re pir nîqaş kirine û got, piştî nîqaşan înîsyatîf hatiye avakirin. Arikan got: "Di vê çarçoveyê de me hevdîtin bi partiyên siyasî yên li bajêr û rêxistinên demokratîk re kirin. Ev gava me bi awayekî cidî esas hat girtin. Paşê em çûn saziyan û me behsa xwe kir."    ‘EM RÊYÊN RÊXISTINBÛYÎNÊ MEZIN DIKIN'   Arikan, destnîşan kir ku tevgera jinê ya Tirkiyeyê xebatine ku sînorên welêt derbs kirine û got: "Çendî ku di partîkên îqtidaran de cudahî hebin jî, lê aqilê wan yek e. Ev jî ji bo berjewendiyên civakiyî xwe li nedîtinê datîne û xwe dispêre berjewendiyên sermayeyê. Pirsgirêk, pirsgirêkeke global e. Îqtidar mafên jinan ên bi dest ketine didin ber nîqaşan. Lewma em li dijî îqtidarên hevpar ên îqtidarê, pratîkên xwe yên têkoşînê bi hev re parve dikin û pêş ve dixin û awayê rêxistinbûyîneke xurt mezin dikin."    ‘ME XEBATEKE KOLEKTÎF AFIRAND'    Elîf Yetîgîn jî bilêv kir ku ji roja ku înîsyatîf hatiye avakirin heye niha tevlî gelek xebatên jinan bûne û got: "Li seranserê Tirkiyeyê li bajarên ku nîqaş zêde tên kirin, liv û tevger jî zêde bûn. Li vê derê jî ji ber liv û tevgereke zêde, fikra înîsyatîfê derket holê. Me nêvengeke xebateke kolektîf ku her kes xwedî gotin be afirand. Liv û tevgera vê derê sîrayetî derve jî kir."    Yetîgîn, anî ziman ku bi şewbê re zext û zoriyên li ser jinan jî zêde bûne û got, ji ber zêdebûna zext û zoriyan jin jî peqiyane. Yetîgîn got: "Bi vê peqînê re liv û tevgerek jî çêbû. Yek ji tevkariya vê serdemê jî ew bû ku em jin Peymana Stenbolê nîqaş bikin. Êdî civak hîn bêtir peymanê nîqaş dike. Li gor encamên anketê yên berê jin hîn bêtir hay ji naveroka peymanê hene. Çendî ku nîqaşên ji bo betalkirina peymanê bi dawî bûbûn jî, lê em jin dixwazin peyman pêk bê. Nîqaşên me jî li ser vî asasî ne."    Dilxwaza înîsyatîfê Arzû Erkan jî anî ziman ku bi dirûşmeya "Heger Peymana Stenbolê pêk bê, dê jin bijîn" tevgeriyane û li hev kom bûne. Erkan, diyar kir ku dîtine ku jin pir hay ji naveroka Peymana Stenbolê tune bûne û got, ew înîsyatîf ji bo jin hay ji naveroka peymanê çêbibin hin xebat kirine. Erkan got: "Me forûmek li dar xist. Ev ji bo me pir girîng bû. Em di forûmê de li hev kom bûn û me nexçerêya xwe diyar kir. Ji deverên cuda jin kursî bi kar anîn û bi pêşniyarên xwe forûm dewlemdn kirin."    ‘BIBIN PERÇEYEK ÎNÎSYATÎFÊ'    Erkan, destnîşan kir ku niha tenê ne mafên wan gef li jiyana wan jî tê xwarin û got, lewma bi perspektîfa parastin û dorfirehkirina mafan tev digerin. Erkan, destnîşan kir ku heger pev re tevbigerin wê karibin êrîşan têk bişikînin û got: "Bibin perçeyek Înîsyatîfa Peymana Stenbolê ya Kocaeliyê. Gava hûn tune bin em kêm in û êdî tehemula me nemaye ku yek ji me kêm bibe. Em dixwazin mafên em wekhev bin. Heya ji destê me bê ji bo ku peyman pêk bê em ê bitêkoşin. Ji bo em bibin bersiva hemû nîqaşan û ji bo 25'ê Mijdareke hîn bihêztir em ê xebatên xwe bidomînin."