Di 10 mehan de serdana hezar û 110 malbatan kirine û 500 kesî kirine endam 2020-11-11 09:05:44 COLEMÊRG – Rêxistina HDP'ê ya Geverê ku hema bibêje her roj pêrgî zext, zorî, binçavkirin û operasyonan tê, di 10 mehên ewil ên salê de serdana hezar û 110 malbatan kiriye. Hevserokê Navçeyê Abdulkerîm Aydogan got: "Her ku zext û zorî zêde dibin, cehd û xîreta me ya xwegihandina gel zêde dibe."  Yek ji bajarên ku pir bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne û hema bibêje li her kuçe û kolanên wê wesayîtên zirxî yên polîsan hene û kuçe û kolanên wê bi kamerayên MOBESE'yê tê şopandin jî navçeya Gever a Colemêrgê ye. Li gel vê HDP'a navçeyê jî tim pêrgî ext, zorî, binçavkirin û operasyonan tê, lê belê cardin jî bçnavber xebatên xwe didomîne û xwe digihîne gel.    Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Abdulkerîm Akdogan, anî ziman ku bêyî ku guh bidin zextan bênavber xebatên xwe didomînin.    Akdogan, bibîr xist ku partiya sêyemîn a meclîsê ne û peywira muxalefeta sereke girtine ser xwe û got: "Li Geverê, li ser partiya me polîtîkayeke pir cuda tê meşandin."   Akdogan got: "Polîs tim partiya me dişopînin. Di vî warî de em zor û zehmtiyê dikişînin. Carinan ji wan dipirsim; 'Vê tişta hûn di bin navê ewlehiyê de li partiya me dikin, gelo hûn li pratiyên din jî dikin?' Helbet wekî her carê bersiveke wan a hazir heye, dibêjin 'Belê, em bi vî awayî ewlehiya wan jî pêk tînin.' Dixwazin me bitepisîninî bitirsînin û balê gişî bikişînin ser me. Yanî dixwazin em ji armanca xwe dûr bikevin. Lê dixafilin. Her ku ew polîtîkayeke wiha didomînin, gel bêtir xwedî li me derdikeve û eleqeyeke mezin nîşan dide."    QEDEXEYA WALÎTIYÊ TENÊ JI BO HDP'Ê YE    Akdogan, destnîşan kir ku xebatên wan giş tên astengirin û wekî hincet jî qedexeya walîtiyê ya ji bo çalakiyan tê nîşandan. Akdogan, bilêv kir ku lê belê qedexeya walîtiyê tenê ji bo wan tê pêkanîn. Akdogan got: "Polîtîkayên wan me hîn bêtir bihêz dikin û em bi heyecan, dilcxweşî û coşeke mezin kar û barê xwe dikin."    GELEK KES BÛNE ENDAM    Akdogan, anî ziman ku ligel hemû zext û zoriyan jî gelek kes tevli kampanyaya wan a "bibin endam" bûne û got, heya niha di ser 500'î re endamên wan ên nû çêbûne. Akdogan destnîşan kir gel xwedî li partiya wan derdikeve û got, kesên bûne endam jî gotine: "Ew çi qasî parlementerên me bigirin û êrîşan bînin ser partiya me û qeyûman tayinî şaredariyên me bikin jî, em ê hîn bêtir xwedî li partiya xwe û vîna xwe derkevin."    SERDANA HEZAR Û 110 MALBATAN KIRIN    Akdogan, anî ziman ku mal bi mal, kuçe bi kuçe û kolan bi kolan serdana malbatan dikin û got, heya niha serdana hezar û 110 malbatan kirine. Akdogan got: "Her roj em saet di 10'an de li partiyê kom dibin û diçin serdana gelê xwe yê Geverê dikin. Heya niha li navendê me serdana hezar û 110 malbatan kiriye. Me serdana nexweşan, girtiyan, extiyaran û porspiyan kir."    Akdogan, destnîşan kir ku di serdanan de gel bi coş û heyecaneke mezin pêşwaziya wan dikin û got, lê gava em xebatên xwe dikin polîs me dişopînin. akdogan got: "Lê çi bikin jî dê nikaribin me asteng bikin. Dê nikaribin me û gel ji hev veqetînin."    REXNE   Akdogan, bilêv kir ku li gel serdana malbatan serdana bajaroka Esendereyê û gundên herêma Pinyanîşê jî kirine û got: "Mesela çend roj berê gava em çûn gundekî, apekî ji me re got 'Dêmeg hîn jî partî heye.' Min pirsî çima werê dibêje, got, 'Ji min tirê ligel ev qas zext ûz oriyan hatiye girtin.' Helbet ev kêmasî ya me ye. Nexwe heya niha me xebatine baş nekirine ku wisa dibêje. Me ev wekî rexneyê esas girt. Ji niha pê ve em ê li her derî bixebitin û heya ji destê me bê em ê xwe bigihînin her kesî."    ‘EM Ê LI CEM GEL BIN'    Akdogan, destnîşan kir ku zext û zorî û astengî çi dibin bila bibin, em ê tim di nava gel de bin û got: "Di rojên zor û zehmet d egelê me tim li cem me ye. Em ji gelê xwe dixwazin ku xwedî li partiya xwe derkeve."   MA / Mujdat Can – Mazlûm Engîndenîz