Gergerlîoglû: Pêdiviya Tirkiyê ne bi girtîgehan bi pêşketin û fabrîkayan heye 2020-11-11 10:21:16 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku pêdivî bi 39 girtîgehên nû tê xwest werin vekirin nîne, pêdivî pêşketinê û fabrîkayan heye û îqtîdar ji bo bêdengkirina muhalîfan girtîgehan çê dike.  Îqtîdara AKP-MHP’ê dixwaze 39 girtîgehên nû çê bike û bixe faliyetê. Ji bo çêkirina van girtîgehan bi milyaran pere hatiye veqetandin. Tê gotin wê ev girtîgehên nû hin bêtir rê li ber binpêkirina mafê mirovan vekin. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê Omer Farûk Gergerlîoglû çêkirin û vekirina van girtîgehan ku dê binpêkirina mafan bi xwe re bîne nirxand.    ‘PÊDIVÎ NE BI GIRTÎGEHAN PÊDIVÎ BI FABRÎKEYAN HEYE’    Gergerlîoglû diyar kir ku di serdema îqtîdara AKP’ê de her ku çûye hejmara însanên ketine girtîgehan zêde bûye û îqtîdar li şûna ku edaletê pêk bîne lê li pey hewldana cezakirin û girtina muhalîfan e. Gergerlîoglû da zanîn ku îqtîdar dixwaze civak serê xwe li berê bi tewîne û xelk bibe evdê wê û wiha got: “Heta ku li welat edalet neye cih wê refaha ekonomîk, biratî, aştî û demokrasî jî nebe, wê kar û barê wan çêkirina hepsên nû be. Her roja ku diçe hejmara hepsan zêde dibe. Îqtîdar ji bo ku muhalîfan bêdeng bike, darazê wek şivikê li ser serê muhalîfan dixe dewrê. Rêveberiyên girtîgehan binpêkirinên mafan dispêrên. Ev yek jî dibe sedema zêdekirina binpêkirina mafê mirovan. Niha li Tirkiyê pêdivî bi pêşketinê heye. Pêdivî ne bi girtîgehan pêdivî bi fabrîkayan û kargehan heye. Lazim e li şûna girtîgehan fabrîke werin çêkirin. Bi milyonan însan bêkar in. Pêwîste ‘Qanûna Têkoşîna Dij Terorê’ jî were guhertin. Bi sedan girtiyên nexweş hene û tevî raporên wan hene jî nayên berdan. Bi pêvajoya vîrûsa koronayê re li girtîgehan tecrîda girankirî dest pê kiriye. Li girtîgehan her roj binpêkirinek mafan a nû û rêbazek êşkenceyê dikeve dewrê lê Wezareta Dadê ji vê ditirse ku eşkere bike.”    MA / Emrullah Acar