Li Girtîgeha Rihayê hejmara girtiyên bi vîrûsê ketine derket 15’an 2020-11-11 11:06:44 RIHA – Li Girtîgeha Rihayê hejmara girtiyên ku bi vîrûsa koronayê ketine derket 15’an. Emîn Tûtal ku agahî ji kurê xwe yê rakirine nexweşxaneyê nagire, ev tişt got: “Ji tiştên ku sibê pêk bên dê desthilat berpirsyar e.”   Hejmara girtiyên ku bi vîrûsa koronayê dikevin zêde dibe. Hat hînbûn ku li Girtîgeha Rihayê hejmara girtiyên bi vîrûsa koronayê ketine derketiye 15’an. Beriya çendekî li girtîgehê girtiyên bi navê Pervîz Azîzî, Alî Bekî, Zekî Alakûş, Mehmet Alakûş, Fahrettîn Alakûş û Reşo Alî bi vîrûsa koronayê ketibûn.    Hat hînbûn ku li girtîgehê bi van girtiyan re girtiyên bi navê Ferît Ak, Mahmût Tûtal, Nûrûllah Tûtal, Ahmet Aktaş, Vedat Oba û 4 girtiyên ku navê nehatin hînkirin jî bi vîrûsa koronayê ketine û li girtîgehê hejmara girtiyên bi vîrûsê ketine derketiye 15’an. Malbatên girtiyan ku ji zarokên xwe agahî nagirin ji ber rewşê bi fikar in.    BI PIŞADÎ GERIYANE   Bavê girtî Ferît Ak, Kadîr Ak, derbarê rewla kurê xwe de axivî û diyar kir ku herî dawî di 5’ê mijdarê de bi kurê xwe axiviye û wiha got: “Kurê min dikuxiya û rewşa wî ne baş bû.  J imin re got ku serma girtiye. Dengê wî baş nedihat. Duh jî ji Miduriyeta Tenduristiyê li min geriyan û gotin ku kurê te bi vîrûsa ketiye û pirsa wî ji min kirin. Bi vî awayî min bi pîşadî hîn kir ku kurê min bi vîrûsê ketiye.”   ‘BERPIRSYAR DESTHILAT E’   Kadîr Ak, destnîşan kir ku piştî vê agahiyê li girtîgehê geriyaye û kesê ku pê re axiviye jê gotiye ku hemû kesên di kogûşa kurê wî de bi vîrûsê ketine û ev tişt anî ziman: “Em bi midurê girtîgehê re axivîn. Ji me re got, ‘meraq nekin rewşa wî baş e. Dema tiştekî bibe em ê ji we re bibêjin’. Dema ku min xwet bi kurê xwe biaxivim got, ‘di qarantînayê de û tu nikarî pê re biaxivî’. Ez bi fikar im. Kurê xwe meraq dikim. Di rewşeke ne baş de wêdesthilat berpirsyar be.”   AGAHÎ NADIN   Bavê girtî Mahmût Tûtal Emîn Tûtal jî da zanîn ku bi rêyên cuda hîn kiriye ku kurê wî bi vîrûsê ketiye û wiha got: “Derbarê rewşa kurê min de tu agahî nedan min. Kurê min li kogûla hejmara 24 A dimîne. Li kekê pismamê min Nûrûllah Tûtal ku bi kurê min re li heman kogûşê dimîne geriyane. Niha rewşa wan çî ye em nizanin. Tiştekî ji me re nabêjin. Em nizanin ku li nexweşxane yan jî li girtîgehê tên tedawîkirin. Pêkanînên kêfî hene, em nizanin ku serî li kuderê bidin çawa bikin? Haya hevjîna min jê tuneye ku kurê me bi vîrûsê ketiye. Ez nizanim ku çawa jê re bibêjim. Em bi fikar in. Bila zarokên me berdin. Siberojê tiştek bê serê zarokên me desthilat berpirsyar e.”