Tankêr û kelek li hev qelibîn 2020-11-11 11:48:14   EDENE – Tankereke bi ala Yewnanistanê û kelekeke bi ala Tirkiyeyê li hev qelibîn û kelek qulipî.   Li peravên navçeya Karataşê ya Edeneyê, tankereke bi ala Yewnanistanê û kelekeke bi ala Tirkiyeyê li hev qelibîn. Di encama qezayê de kelek qulipî. Tê gotin ku 5 kes di kelekê de hebûne û ji bo wan xebatên rizgarkirinê hatine destpêkirin.