‘Piştî erdhejê penaber bi cihêkariyê re rûbirû mane’ 2020-11-11 13:05:33 ÎZMÎR – Komeleya Pira Gelan li ser erdheja Îzmîrê raporek qadê amade kir û di raporê de hat destnîşankirin ku penaber hêj travmaya şer ji ser xwe neavêtine lê bi cihêkariyê re rûbirû mane û hat xwestin pêşî li cihêkariyê were girtin.   Di 30’ê cotmehê de erdhejek dijwar li Îzmîrê rû dabû û mexdûriyek mezin li pey xwe hiştibû. Rêxistinên civakî yên sivîl piştevaniya xwe ya ji bo erdhejê jî nîşan dabûn. Dildarên Komeleya Pira Gelan li cihên erdhej lê rû dabû xebatek ango lêkolînek qadê kirin û piştevaniya welatiyên mexdûr bûne dikin. Dildarên Komeleyê li ser erdhejê raporek amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. Di raporê de tê gotin ku penaberên ji ber şer reviyane û niha li Îzmîrê dimînin bi cihêkariyê re rûbirû mane û vê yekê tespît kirine ku fatûreya tiştên qewimîne ji malbatên penaber re hatiye birîn. Di raporê de hat diyarkirin ku penaberên ku hêj bi travmaya şer re rûbirû ne helwesta cihêkariyê jî li hember wan tê nîşandan û ev yek li dijî mafê mirovan e. Di raporê de tê destnîşankirin ku divê pêşî li dijî cihêkariyê were girtin û rêxistina li dijî cihêkariyê were lipêşxistin.