83’emîn salvegera qetilkirina Seyît Riza: Em ê nedin jibîrkirin 2020-11-11 16:47:35   ENQERE – Di 83’emîn salvegera qetilkirina  Seyît Riza de HDP’ê li meclisê daxuyanî da û ev bang kir: “Me ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin. Divê goristanên gelê mezlûm bên dîtin û navê Dersimê careke din lê bê vegerandin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 83’emîn salvegera qetilkirina  Seyît Riza de  li meclisê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, axivî û diyar kir yek ji sedemên neyartiya li hemberî Dersimê daxwaza gel a li gorî nasnameya elewîtî, qizilbaşî û kurdî ye. Ozen, destnîşan kir ku Seyît Riza weke berpirsyarên pirsgirêkên ewlehiyê hatiye nîşandan û kirine hedef.    ‘EM Ê NEDIN JIBÎRKIRIN’   Ozen, bi lêv kir ku gotinên Seyît Riza yên li dadgehê ji bo Dersimê mîrate ye û ev tişt gotin: “Min bi derew û hîleyên we re serî dernexist ev ji min re bû derd. Min jî li hemberî we çok neşikand ev jî bila ji bo we bibe derd. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin. Hê jî cihê gorên rûspiyên 83 sal berê li Dersimê hatin kuştin ne diyar e. Em faîlan nas dikin, ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Lêborîn xwestin lê ji bo telafîkirina van êşan titşekî nekirin. Divê windayên Dersimê bên lêkolînkirin û gorên winda yên gelê mezlûmê bên dîtin û navê Dersimê lê bê vegerandin.”