TJA’ê serdana karkerên tekstîlê kir 2020-11-11 16:59:33   MERSÎN – Aktîvîstên TJA’yê di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de bi karkerên tekstîlê re hatin gel hev û derbarê kampanyayê de karkeran agahdar kirin.          Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de, li navçeya Toroslarê ya Mersînê serdama karkerên tekstîlê kirin. Parlamentera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan jî bi aktîvîstên TJA’yê re serdana karkeran kir. Kûrtûlan û aktîvîstan derbarê kampanya “Em xwe diparêzin” û 25’ê Mijdarê de karkerên jin agahdar kirin. Aktîvîstan piştre jî xebatên xwe bi belavkirina belavokan berdewam kirin.