'Em ê xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin’ 2020-11-11 17:10:23   ÊLIH – TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Êlihê starta çalakî û şahiyên 25’ê Mijdarê dan û gotin: “Em ê xwe li dijî faşîzmê bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin. Em ê li dijî rejîma faşîst a dîktator bi ser bikevin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Êlihê di çarçoveya şahî û çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navnetewî bi daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin û bernameya xwe ragihandin. Jinan daxuyaniyê li avahiya Sendîkaya Petrol Îşê li dar xist û pankart daliqadnin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê Fatma Ablay daxuyanî da û xwîşkên hev Mîrabel bibîr anî. Ablay diyar kir ku ew ê tu carî dest ji destekftiyên xwe bernedin û wê jin li dijî hercûre tundî û polîtîkaya cihêkariyê derkevin û wê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.   Ablay da zanîn ku ew ê bi hêvî têkoşîna xwe bidomînin û îro starta çalakî û şahiyên 25’ê Mijdarê didin û heta 25’ê Mijdarê gelek şahî û çalakiyan li dar bixin.   RÊZE ÇALAKÎ   Ablay destnîşan kir ku ew ê wêneyên jinên hatine qetilkirin nîşan bidin, hevdîtina jinan li dar bixin, pirtûk û kartan ji jinên girtî bişînin, fîlm bidin pêşandan, li Heskîfê li dijî talakirina xwezayê û komkujiya jinan daxuyanî bidin, li dijî tundî, destdirêjî û tacîzê kursiyê serbest li dar bixin û li Girê Qîre fenerên daxwazê bifirînin û di 25’ê Mijdarê de jî wê li navenda Êlihê meş li dar bixin.   ‘BERXWEDANA ME WÊ FAŞÎZMÊ TÊK BIBE’   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran jî bal kişand ser têkoşîna dîrokî ya jinan û got: “Em ê xwe li dijî faşîzmê bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin. Em ê li dijî rejîma faşîst a dîktator bi ser bikevin.”   Piştî daxuyaniyê jinan li navenda bajêr qurnefîlan li jinan belav kirin.