‘Barê têkoşîna li dijî şewbê li ser milê karkeran bar kirin û dane ber însafa patronan' 2020-11-12 09:08:18 STENBOL - Berdevka Platforma Şaxên Sendîkayên Karkeran a Stenbolê Banû Tûna anî ziman ku îqtidar têkoşîna li dijî şewbê li ser milê karkeran bar kiriye û daye ber însafa kardêran û got: "Heger hûn bar hemû bidin ser milê karkeran, hûn ê nikaribin pêşî li ber şewbê bigirin."  Yek ji bajarê ku herî zêde bandor ji şewba Covîd-19'ê girtiye jî Stenbol e. Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Karkern û Ewlehiya Karî (ÎSÎG) ji roja ku şewb li Tirkiyeyê belav bûye heya niha herî kêm 325 karker ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane.    Berdevka Platforma Şaxên Sendîkayên Karkeran a Stenbolê Banû Tûna, pêketiyên li cihê karî û tevdîrên tên girtin nirxandin.    Tûna, diyar kir ku ji roja ku şewb belav bûye heya niha li seranserê Stenbolê daneyên derbarê kargehan de bi dest xistine û got, lê belê ji ber ku şewb zû belav dibe tespîtkirina daneyan jî zehmet bûye. Tûna got: "Li 22 deverên karî yên rêxistinbûyîna sendîkaya me lê hene, pêketî hene. Niha li Stenbolê 533 hezar û 675 kargeh hene. Hema bibêje li hemûyan pêketî çêbûn û çêdibin. Li Stenbolê 4 milyon û 1737 hezar û 618 karker hene. ev yên tomarkirî ne. Nêzî milyon û 300 hezar jî yên ne tomarkirî hene. Yanî bi giştî 5 milyon û nîv karker bi xetereyê re rû bi rû ne."    TEVDÎR KÊM IN    Tûna, diyar kir ku li kargehan tevdîr kêm in û got, îqtidar têkoşîna li dijî şewbê li ser milê karkeran bar kiriye û daye ber însafa kardêran û got: "Heger hûn bar hemû bidin ser milê karkeran, hûn ê nikaribin pêşî li ber şewbê bigirin."   Tûna, diyar kir ku ji sedî 40 kesên bi şewbê ketine li Stenbolê ne û got, ên wesayîtên giştî bi kar tînin çîna karkeran e. Tûna got: "Di nexşerêya xetereyê de taxên ku çîna karkeran lê dijîn, sor in. Ma ev ne qirkirin e, îcar çi ye?"    Tûna, anî ziman ku divê karker bi awayekî rêk û pêk bên testkirin û daxazên xwe yên di vî warî de rêz kirin:   “* Li fabrîke û kargehan hemûyan divê karker bi awayekî rêk û pêk bên testkirin. Kargehên ku şewb lê belav bûne divê bi awayekî baş bên îzolekirin.    * Divê hejmara serwîsan bê zêdekirin û karker bi rihetî karibin ekîpmanên parastinê peyda bikin.    * Divê astengiyên li ber sendîkayîbûnê bên rakirin û nêzîkatiyên astengiyan datnin ber vê bên cezakirin.    * Divê Covîd-19 wekî nexweşîna pîşeyî bê hesaibandin û ji bo vê di warê qanûnî de hin sererastkirin bên kirin.    * Divê meaşê karkeran bê zêdekirin. Heqê tedawiya karkeran bêheq be.    * Divê baca ceryan, gaza xwezayî hwd. ji bo karkeran tune be.    * Divê baca li ser meaşê kêmtirîn bê rakirin.    * Divê xebata kurt, ji dûra ve û destûra bêqeq bê betalkirin."   MA / Kadîr Guney