Tarim Orkam-Sen: Polîtîkaya çandiniyê îflas kiriye 2020-11-12 09:09:02 ENQERE - Serokê Giştî yê Tarim Orkm Senê Ahmet Keleş, paya ku di budçeyê de ji bo çandiniyê hatiye veqetandin rexne kir û got: "Gava em li du salên dawî dinêrin, em dibînin ku tevahiya budçeyê li qesrê ye. Bêyî ku fikra sendîkayan bê girtin tê amadekirin. Bêtir ji bo hêla kedxwariyê dike vediqetînin."  Li Meclîsê hevdîtinên ji bo Budçeya 2021'ê didomin. Di hevdîtinan de ji bo çandiniyê 22 milyar TL ji bo çandiiyê hatiye veqetandin. Serokê Giştî yê Tarim Orkm Senê Ahmet Keleş, paya ku di budçeyê de ji bo çandiniyê hatiye veqetandin rexne kir.   ÎTHALAT   Keleş, destnîşan kir ku du sal in budçe ji bo alîgirên qesrê tê xerckirin û got: "Budçeya 2021'ê ji bo me tê wateya îstihdameke kêm, destek û veberhênaniyeke kêm û îthalateke zêde. Budçeya tê pêşbînîkirin bi gitî trilyonek e. Lê ji bo çandiniyê tenê 22 milyar tê veqetandin.Gava em li du salên dawî dinêrin, em dibînin ku tevahiya budçeyê li qesrê ye. Bêyî ku fikra sendîkayan bê girtin tê amadekirin. Bêtir ji bo hêla kedxwariyê dike vediqetînin."    DESTEK KÊM BÛ    Keleş, anî ziman ku desteke ji bo cotkaran kêm bûye û got: "Fiyetê mazot û guber biha dibe, lê desteka ji bo cotkaran kêm dibe. Her wiha ji bo berên din jî alîkarî tê kêmkirin. Îro ro ji ber zêdebûna kûra dowîzî mesrefên çandiniyê jî zêde dibin. Berê soz dabûn cotkaran: 'Hûn hilberînin, nîviyê gubre ji me.' Em dibînin bê ku çi qasî ji vê sozê dûr ketine."    ŞERÊ LI HEMBERÎ XWEZAYÊ   Keleş, detnîşan kir ku her diçe hilberîna çandiniyî koç dike û got: "Gava em li budçeya polîtîkaya çandiniyê dinêrin, em dibînin ku polîtîkaya çandiniyê îflas kiriye. Şewitandina mêrg û zozanan, bi birçîbûnê terbiyekirina mirovan, rewşa karkerên demsalî ku bi êrîşên faşîzan re rû bi rû dimînin hemû ji ber vê polîtîkayê ne. Li hemberî xwezayê şerek heye û gava em bi ser biekvin em ê têk bişikên. Divê em dev ji vî şerê li hemberî xwezayê berdin û li ser zîndekirina xwezayê hûr bibin."    MA / Eylem Akdag