Ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da, lê gotin mirina bi xwezayî 2020-11-12 10:20:10   AGIRÎ - Di rapora mirina bavê rojnameger Gokhan Altay ê ji ber şewba vîrûsa koronayê Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da bû de, "mirina xwezayî" hat nivîsdandin.   Li Tirkiyeyê, veşartina mirinên ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) dewam dikin. Bavê edîtorê Ajansa me Gokhan Altay Mehmet Altay (72) ê ku di heftiya dawî ya Cotmehê de, bi şewba vîrûsa kironayê ket û li malê dihat dermankirin, piştî ku rewşa wî giran dibe, rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Agiriyê. Altay li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, di 9'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da.    Ligel ku Altay ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da jî, di rapora mirina wî de, "Nexweşiya şewbê (Mirina xwezayî)" hat nivîsandin. Rojnameger Altay bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Ji xwe ji berê de jî, me dizanîbû ku wezaret van danayan vedişêre. Piştî ku tasta bavê min a vîrûsa koronayê pozîtîf derdikeve, li nexweşxaneyê tê razandin û li wir jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê bavê li nexweşxaneyê şûştin û defin kirin. Lê dema ku me li rapora mirina bavê min mêze kir, me dît ku ji bo mirina wî 'mirina xwezayî' nivîsandin e."