Cenazeyê Şahîn a ji Goristina Bêkesan hatibû girtin hat definkirin 2020-11-12 11:05:56     WAN - Cenazeyê Gulîstan Şahîn a li Mêrdînê, di şerekê de jiyana xwe ji dest da bû û li Goristina Bêkesan hatibû definkirin, ji aliyê malbatê ve hat girtin û li Wanê hat definkirin.    Li herêma Eyndilbê ya dikeve navbera gundê Şêbê û guma Kaniya Elî yên girêdayî navçeya Şemrexê û gundê Şêba Jêr a girêdayî navçeya Derik ên Mêrdînê, di 8’ê Tebaxê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Piştî qedexeya derketina derve, şer di navbera esker û HPG’iyan de derketibû. Gulîstan Şahîn (Dîren Avent) a HPG’î di şer de jiyana xwe ji dest da bû. Cenazeyê Şahîn li Goristana Bêkesan a Mêrdînê hatibû definkirin.    Malbata Şahîn, ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire, serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da bû û testa DNA’yê da bû. Piştî ku encama testa DNA’yê derket, cenazeyê Şahîn ji Goristina Bêkesan a Mêrdînê hat derxistin û teslîmî malbatê hat kirin.     TEVLÎBÛNA MERASIMÊ HAT ASTENGKIRIN    Malbatê cenazeyê keça xwe girt û bir Gundê Baltepe ya girêdayî navçeya Saray a Wanê. Malbatê li vê derê cenazeyê keça xwe spart axê. Merasima cenazeyê di saetên serê sibê de hat lidarxistin. Ji bilî ferdên malbatê, destûr nehat dayîn ku kes beşdarî merasimê bibe