21 girtiyên nexweş di sêgoşeya dozger ATK û nexweşxaneyê de mirin 2020-11-12 12:32:16   ENQERE - Îsal di nava 11 mehan de 21 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa girtiyên din ên nexweş jî ji ber şertên giran roj bi roj bêtir tenduristiya  wan xerab dibe. Li ger tenduristiya wan xera dibe jî nayê berdan. Girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest dan ji ber astengiyên dozger, ATK û raporên nexweşxaneyan, jiyana xwe ji dest dan.    Li Girtîgehan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin û serbest nayên berdan yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî Girtiyê Nexweş Sitki Berktaş, li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê jiyana xwe ji dest da. Bektaş ku 28 salin girtî ye, li gel nexweşiya giran û gelek caran serî li rayedaran dan, nehat berdan û li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Bektaş re heta niha di nava 2020'an de 21 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweş ji ber şertên qirêj ên girtîgehê û nayên dermankirin yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Bi taybetî piştî şewba vîrûsê li girtîgehan belav bû, bêtir jiyana  girtiyên nexweş ket bin rîska mezin.      LI TIRKIYEYE ÇEND GIRTÎGEH Û ÇEND GIRTIYÊ NEXWEŞ HENE?   Li gorî rapora Wezareta Dadê ya ji bo butçeyê şand ji Meclîsa Tirkiyeyê re li Tirkiyeyê 355 girtîgeh hene û li van girtîgehan 282 hezar û 703 girtî hene. Li gorî dane û rapora ÎHD'ê jî 604 jê giran bi giştî Hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş jê 249 girtiyên jin in. Lê gelek girtiyên nexweş ên serî li îHD'ê nedane jî hene. Li gorî vê yekê hêjmara girtiyên nexweş zêdetir e.      GIRTIYÊN NEXWEŞ ÇAWA JI ŞERTEN GIRTÎGEHÊ BI BANDOR DIBIN?   Girtiyên nexweş ên li girtîgehê gelek nexweşî bi wan re heye. Nexweşiyên şekir, dil, tansiyonê losemê, şekir û gelek nexweyiyên din bi wan re hene. Girtiyên ku gelek nexweyiyên giran bi wan re heye, ji ber havînan girtîgeh gelek germ e û zivistanî girtîgeh pir sar e bandorek neyînî li ser tenduristiya wan dike. Dîsa li gorî dixwazin xwarin û vexwarina wan û ava wan ne. Girtiyên nexweş ji ber di nava şertên giran de dimînin û nayên dermanknirin, Gelek girtiyên nexweş ji ber vîrûsa ku belav bûye nikarin biçin nexweşxaneyan û nikarin derman bibin. Girtiyên nexweş nikarin sûdê ji şertên nexweşxaneyê bigirin. Girtiyên dibin nexweşxaneyê jî bi kelepçeyan derman dikin. Girtî li nexweşxaneyan bi tundiyê re rû bi rû dimînin."    PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ ÇI DIBÊJIN?   Li gorî peymanên navneteweyî divê girtiyên nexweş bên berdan û Rêgez û rêbazên Mandela (Kural 24-27), Rêgezên sincî û Tibbi (md. 1), Rêgezên Girtîgehan ên Komîteya Ewropa yên Konseya Ewropa (2006) li gorî tafsiyeya 2'an xala (md. 40.3) divê girtiyên nexweş ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin û bên dermankirin. Li gorî belgeya Danezana Lîzbon a Yekîneya Tabkîban a Cîhanê ku di sala 1981'an, nexweş azad e ku bijîşkê xwe li gorî xwe hilbijêre. Xwedî mafe ku mafê dermankirinê erê bike yan jî red bike. Divê xizmeta tenduristiyê ya li girtîgehê li gorî xizmeta tenduristkiyê ya nava civakê bê rêxistinkirin."    LI TIRKIYEYÊ LI DIJÎ GIRTIYÊ NEXWEŞ HIQÛQ DI ÇI REWŞÊ DE YE?    Li gorî Zagona Înfazê ya Ceza ya xala 16'an a Wezareta Dadê eger Saziya Tipa Edlî rapor bide, dikarin înfaza wan taloq bikin. Girtiyê nexweş her çendî hatibe cezakirin jî ji ber nexweşiya xwe cezayê wî dikare bê taloqkirin. Li gorî xala 16'an a Hêjmara Zagona 5275'an, dikarin li gorî 4 rewşan cezayê hikûmxwar taloq bike. Divê berê nexweş serî li dozgeriyê bide û sewqî nexweşxaneye bikin. Divê piştre rapora ATK'ê bistine û herî dawî ji Serdozgeriya Komarê nirxandina "Ji bo ewlehiya civakê talûkeya wan tune ye" bike.    GIRÎNGIYA ATK'Ê ÇIYE?    Kadroyên Saziya Tipa Edlî ku bi zagonê ji aliyê kesên pispor ên fermî yên dadgehan ve hatiye avakirin, ji aliyê Wezareta Dadê ve tên tayînkirin. Ev kadro gelek caran ji ber nikare serbixwe biryaran bide û dikeve bin tesîra îqtîdara siyasî dikeve rojevê û dibe mijara rexneyê. Gelek raporên ku ATK dide jî dibe mijara niqaşan. Li aliyê din her çend ATK rapora "Girtî nikare li nexweşxaneyê bimîne" jî, dîsa girtî ji ber helwesta rayedar û dozger nayê berdan. Ergin Aktaş ê 2 destê wî tune û li Girtîgeha Metrîsê dimîne, li gel ku ATK'ê 5 caran rapor daye wî jî nayê berdan. Girtiyên nexweş ji ber di sêgoşeya Dozger, ATK û nexweşxaneyê de asê dibînin terkî mirinê tên kirin.    ERKA SEROKOMAR A JI BO GIRTIYAN ÇIYE?    Li gorî xala 104'an a Destûra Bingehîn erka Serokomar a ji bo girtiyên nexweşan heye. Li gorî vê erkê Serokomar dikare girtiyên nexweş ku her tim nexweş e, seqet e û nikare bi serê xwe bijî cezayê wan sivik bike û rake. Serokomar Abdullah Gul ev erka xwe ji 2008'an heta 17'ê Gulana 2012'an ji bo 26 girtiyên nexweş bikar anî. Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan jî ev erka xwe di sala 2019'an de ji bo 3 girtiyên edlî û faîlê Komkujiya Madimakê Ahmet Turan Kiliç bikar anî.    Ji ber ev erka Serokomar 604 girtiyên nexewşên giran naxe nava xwe di 11 mehên sala 2020'an de 21 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.    GIRTIYÊN NEXWEŞ ÇIMA HETA NIHA GIRTÎ NE?    Girtiyên nexweş ji aliyê darazê ve wekî "dişmin" an jî "Ji bo civakê kesên bi zerar e' tên nasîn û nasandin. Daraz bi hinceta girtiyên nexweş "Ewlehiya civakê dixin talûkeyê' wan bernadin.    Li gorî rapora CPT'ê ya 2020'an divê Tirkiye tedbîr bigire û şert û mercên girtiyên nexweş baş bike.   MA / Eylem Akdag