Dayikên Aştiyê bangî hêzên kurdan kirin: Em xwîna hev ne rijînin 2020-11-12 14:06:23   STENBOL  - Platforma Dayikên Aştiyê û hin komele, li dijî rageşiya ku tê xwestin di nava kurdan rû bide, diyar kirin ku ew şer, rijandina xwîne xwişk û biratiyê naxwazin û banga diyalog û tifaqê li hêzên kurdan kirin.     Platforma Dayikên Aştiyê, Platforma Komeleyên Dogu-Guneydogu û Komeleya Alîmên Dîn, derbarê rageşiya ku tê xwestin li Herêma Kurdistana Ferdere, di navbera kurdan rû bide de, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û bang li hêzên kurdan kirin. Di civînê de pankarta “Em şerê xwişk û birakujiyê naxwazin” hat vekirin.   Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyup Sûbaşî metna çapemeniyê ya kurdî û Ayhan Ergenç jî, li ser navê Platroma Dogu-Guneydogu, metna tirkî xwendin.    ‘TEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ TÎFAQE’   Daxuyaniya hevpar hat weşandin wihaye: “Di gel ku hem li hemû cihanê hem ji li erdnigariya me; aştî, yekitî, lihevkirin û tifaq her digin biqimettir dibin, wekî ku bétifaqiya di navbera kurdan da têrê neke, hê bi ser de ji rewşa heyî ber bi serekî gekdarî û ber bi birakujiyê ve dige.   Li kijan parçe yan ji herêma Kurdistanê û di navbera kîjan kom, partî yan ji rexistinan de, dibe bila bibe, em hemû li ser axa Kurdistanê tu carî û bi tu awayî birakujiyê  qebul nakin.   Em pêwîst dibinin ku wan gotinên Cegerxwîn ên ku divê em li mejiyê xwe bikolin û her tim di bîra xwe de bigirin, dîsan bi tundî bi bîr bixin: ‘Ger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek.’ Weke ku vê hevoka ku xwe dispere tecrubeyeke kur diyar e, dermanê vê nexwsiya bijehr, a ku seranserê dirokê di nav gelê kurd ê qedim de derketiye holê, bêguman yekitiya neteweyî ye.   EM BANG DIKIN   Xwediderketina destkeftiyên ku kurdan bi berdelên giran bi dest xistine peywireke neteweyî ya hemû kurdan e. Ji ber vê yekê, ev yek mezintirin erka me ya neteweyî ye ku ji bo parastina kurdan û nirxên Kurdistanê, bêyî ku em li sucdaran bigerin an ji rê bidin birakujiyê, em vé koletî û bindestiya res a çarenûsê, ku di vê sedsalê de weki neqepnivisekê li ser eniya me hatiye nivisin, der bikin û xwe bigihinin warê azadiyê.   Di vê qonaxê de ku Rojhilata Navîn di ser Pira Siratê re derbas dibe, heta dewlet ji azadiya xwe naxin bin xetereyê û tifaqên xwe yên heyî bi pêş ve dibin da ku cihê xwe yê di cihanê de winda nekin. Gelo kurd çima yekitiya xwe ya neteweyî ava nekin? Çima vî şerî lenetkiri bidominin ku tu berjewendiyeke wan te de nin e?   Li dijî vê rewşa xeternak a giyandar, em bang li raya giştî û siyasetmedaran dikin. Dive her kes çi dikeve ser milê wê/wî bike, xwe berpirsiyar his bike û biberpirsyarî tevbigere. Dive gelên Kurdistanê, reveber û çapemeniya kurd bi zimanekê li gorî yekifiya neteweyî bi kar bîne. Eger ziman û helwestek berevajî bê bikaranîn, tekane yê winda bike wê gelê kurd be.”   ‘BILA XWÎN NE RIJE’   Dayikê Aşiyê Bedîha Gokyuzu dûre li ser navê Platforma Dayikên Aştiyê axivî û wiha got: “Dayik her tim aştiyê dixwazin. Çi dibe bila bibe, divê di navbera kurdan de şerê xwişk û birakujiyê rû nede. Em weke dayikan tika dikin ku xwîna xwişk û biratiyê ne rije û kes neyê listikan.”   ‘PÊDIVIYA HERÎ GIRÎNG AŞTIYE’   Endamê Komeleya Alimên Dîn Ekrem Baran jî, bal kişand ser lîstên hêzên serdest ên li ser kurdan û wiha got: “Divê yekitiya di navbera kurdan çêbe. Di vê pêvajoyê de, pêdiviya herî girîng aştiye. Em bang li hemû hêzên kurdan dikin ku bi rêya aştiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”