Li Mêrdînê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin 2020-11-12 14:59:39   MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê ji salekê zêdetir e çalaki û şahiyên li bajêr qedexe dike. Walîtiyê vê carê jî bi hêceta pandemiyê vê qedexeyê mehek din jî dirêj kir.   Walîtiya Mêrdînê ji salekê zêdetir e çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kiriye. Ji mehê carek vê biryara qedexeyê tê dirêjkirin. Walîtiya Mêrdînê vê carê bi qewlê mehekê bi hêceta pandemiyê ku ji ber vîrûsa koronayê hatiye ragihandin qedexeya her cûre çalakî û şahiyan dirêj kir.   Walîtiya Mêrdînê ji tebaxa sala 2019’an ve her cûre çalakî û şahiyên li bajêr qedexe dike.