Girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest dabû li Meletiyê hat definkirin. 2020-11-12 15:41:50   MELETÎ – Girtiyê nexweş Sitki Berktaş ku li Girtîgeha Tekîrdagê jiyana xwe ji dest dabû, li Meletiyê hat definkirin.    Girtiyê nexweş Sitki Berktaş ku 28 sal bûn girtî bûn û duh li Girtîgeha Tekîrdagê jiyana xwe ji dest dabû, li Meletiyê hat definkirin. Cenazeyê Berktaş piştî vecîbeyên olî hat veşartin. Malbat, parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Kemal Bulbul, Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kes tevlî merasîma cenazeyê Berktaş bûn.    ‘TÊKOŞÎNA WÎ MÎNAK E’   Di merasîma cenazeyê Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul axaftinek kir û destnîşan kir ku jiyana Berktaş mînakeke mezin a têkoşînê ye. Piştre Bulbul li gorî kevnoşpiya elewitiyê axa Berktaş sêr kir.