88 kesên din jî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan 2020-11-12 19:47:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 88 mirovên din mirin û 2 hezar û 841 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 88 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 841 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 11 hezar û 233 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 404 hezar û 894.