Ûgûrlû: Têkbirina bloka AKP-MHP’ê bi têkoşîna hevgirtî pêkan e 2020-11-13 09:11:49 STENBOL – Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû diyar kir ku ew ê bi pêngava dane destpêkirin “temsîliyeta siyasetê” û “demorkasiya xwecihî û beşdar” bidomînin û tekane rêya têkbirina bloka AKP-MHP’ê jî di têkoşîna hevgirtî de derbas dibe. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 31’ê cotmehê de pêngava “Li dijî krîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan” dabû destpêkirin. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû pêngava dane destpêkirin ji ajansa me re nirxand. Ûgûrlû diyar kir ku pêngavê ji bo gelan bibe alternatîfek dane destpêkirin û ji bo ew li dijî krîza kapîtalîzmê têbikoşin û dawî li vê pergalê bînin vê pêngavê birêve dibin.     ‘EWIL ZEXT LI JINAN TÊ KIRIN’   Ûgûrlû da zanîn ku pergala kapîtalîzmê her ku xwe ava dike polîtîkaya zextan û kedxariyê zêde dibe û got: “Yek ji van polîtîkayên zextan ewilî li ser jinan tê sepandin. Jin û zilam newekhev tên hesabkirin. Ev ne tesadûfî ye. Jin ûnsûra bingeha jiyana civakî ne. Ev krîza kapîtalîzm dike ku arastekirina mêtingeriyê, populîzma rasgir, faşîzm, nijadperestî, her cûre cihêkarî, tundiya li ser jinan, destdirêjiya jinan, qetilkirin û şer zêde bibe.”      ‘ŞER TEHDÎTÊN HERÎ MEZIN E‘   Ûgûrlû destnîşan kir ku yek ji tehdîtên herî mezin li ser dinyayê ne “şer e” û got: “Şerên navxweyî, dagirkerî, darbeyên leşkerî yên desteka xwe ji derve digire û şerên vesayete li her devera dinyayê diqewime. Her cûre şer tesîrek mezin li ser jin, zarok û civakan dike. Xelkê birçî dike û feqîr dike. Destdirêjiyê û tundiyê zêde dike. Şer dike ku bi milyonan însan ji warê xwe bibe û pênaber bibin.”   ‘SEDEMÊ KRÎZÊ NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E’   Ûgûrlû da zanîn ku demek dirêj e Tirkiye gav bi gav ber bi krîzek kûr ve diçe û di nava gerîneka krîzê de li hev diçe û tê û got: “Tekane rêya rizgariya ji krîzên li Tirkiyê diqewimin û krîza ku her diçe kûr dibe çareserkirina pirsgêka kurd a bi rêya demokratîk e. Sedema herî giran a vê krîzê û polîtîkaya şer birêvebirina şerê taybet e. Kengê şer bi dawî bibe wê krîz jî wê demê biqede.”   PERWERDE Û TENDURISTÎ   Ûgûrlû anî ziman ku îqtîdara AKP’ê qadên perwerdehiyê û tenduristiyê jî ji xwe re kirine deriyê kar û berjewendiyê û li ser van qadan dixwazin xwe li ser pêya bigirin.   DIJMINATIYA KURDAN   Ûgûrlû da zanîn ku piştî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê “tundî” û “terora dewletê” her ku diçe zêde dibe û derketiye asta herî jor û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bûye navenda vegerîna li polîtîkaya şer. Ûgûrlû anî ziman ku di bin navê “têkoşîna terorê” de dixwazin gelê kurd tune bikin û bi dijmanatiya kurdan dixwazin her cûre redkirin û înkarkirinê bixin dewrê û li ser axa kurdan dagirkeriya dewletê were domandin. Ûgûrlû anî ziman ku Tirkiye her ku diçe di polîtîkaya derve de jî dikeve çiravê û ji ber vê polîtîkaya dewletê bi her kesî re di nava şer de ye.   KRÎZA ABORÎ KÛR DIBE   Ûgûrlû destnîşan kir ku her ku diçe krîza aborî ya li welat kûr dibe û li gel vê kûrbûna krîza aborî jî îqtîdar dest ji nelirêtî, îsraf û şovê bernade û ji ber şer krîza aborî jî diqewime û aboriya welat têk diçe.   ŞEWB TESÎREK NEYÎNÎ LI SER JIN Û KEDKARAN DIKE   Ûgûrlû bal kişand ser pêvajoya vê şewba vîrûsa koronayê û got şewba koronayê bandorek neyînî li ser karker, kedkar û civakê dike li şûna destekkirina kedkar, karkeran û civakê îqtîdar daye pey sermayê û sermayedaran û alîgirên xwe dewlemend dike. Ûgûrlû destnîşan kir ku bi pêvajoya şewba vîrûsa koronayê re newekheviya jin û zilaman jî derketiye holê û bandorek li ser jinan dike û ev newekhevî kûr bûye. Ûgûrlû got pêvajoya şewbê kiriye ku tundiya li ser jinan zêde bibe.   PÊNGAV LI SER DU RASTEKAN BIRÊVE DIBIN   Ûgûrlû destnîşan kir ku pêngava wan daye destpêkirin li ser du rastekan birêve dibin û got: “Rasteka ewil li ser ‘rasteka siyaseta wekheviyê’ ye. Di vê rastekê de temsîla siyaseta li Meclîsê xurt bikin û her kesî tevlî vê siyasetê bikin. Rasteka duyem ango qonaxa duyem a vê pêngava me jî ew e ku em ‘demokrasiya xwecihî û beşdar’ xûrt û birêxistin bikin. Em dikarin bi têkoşîna hevgirtî dawî li krîza pir kûrbûyî ya li Tirkiyê bînin û tekane rêya xelasiya ji bloka AKP-MHP’ê jî di têkoşîna hevpar de derbas dibe. Em dikarin bi vî awayî dawî li faşîzmê, nijadperestî û polîtîkayên şer bînin. Heke em wisa bikin wê civak û têkoşîna hevpar a gelan bi ser bikeve. Em ê pêngava xwe mezin bikin û bi vê pêngavê re êrişên li ser eniya siyaseta demokratîk pûç bikin.”   MA / Erdogan Alayûmat