Dema diçin gund têkiliya wan bi cîhanê re qût dibe 2020-11-13 09:16:08 RIHA - Gundê Mîl ê girêdayî navçeya Halîliyê, ji ber kêmbûyîna binesaziya teknîkî, telefon û înterneta wê nakêşin. Gundî di rewşên lezgîn de, neçar dimînin ku derdikevin ser girên bilind û encex karibin bi telefonê bi axivin.    Gundê Mîl ê girêdayî navçeya Halîliyê ya navenda Rihayê, ji ber kêmbûyîna binesaziya teknîkî, xetên telefon û înternetê wê nakêşin. Welatiyên ku telefon û înterneta wan nakêşe, ji ber vê rewşê bêzar bûne. Gundê ku 90 kîlometre dûrî navendê ye û 13 malên wê hene. Welatiyên gund, ji bo înternet û xetên wan ên telefonê bikêşin, li ser serbanên xwe kaseyên plastîk danîne. Ger gotin di cih de be, bi ferqeke mîlîm têkiliya gundiyan bi cîhanê re qût dibe.     DI REWŞÊN LEZGÎN DE DERDIKEVEN SERBAN   Yek ji welatiyê gund Sûphî Kurt, diyar kir ku ew di rewşên lezgîn de, neçar dimînin ku derkevin ser gir û serbanan û wiha got: “Bi awayekê rast û dirûst em nikarin têkiliyê bi tu kesî re danin. Heya roja îro ji bo binesaziya gund tu xebat nehatiye kirin. Çi dema em dikevin gund, hemû têkiliya me bi cîhanê re qût dibe. Em dixwazin ku êdî ji vê rewşê derkevin.”    Enver Kurt jî, da zanîn ku şebeketiyên telefon û înternetê yên gund nakêşin û ev daxwaz kir: “Bi hatina zivîstanê re, ev rewş kembaxtir dibe. Ji bo ku îstasyoneke bazê li nêzî gundê me bê avakirin, me bi dehan car serlêdan kir. Lê tu bersiv ji bo me nehat dayîn. Kes vê pirsgirêka me nabîne û tê pişt guh kirin. Em jî dixwazin mîna mirovan înternet û şebekeyên telefonên me hebin. Em naxwazin ji cîhanê qût bijîn.”