Xeyala wî tenê ew bû li axa xwe vegere 2020-11-13 12:09:30 MELETÎ - Girtiyê newweş Sitki Berktaş, bêyî ji mafê xwe yê xatirxwestina ji malbatê sûdê bigire jiyana xwe ji dest da. Malbata Berktaş ê ku 28 salan girtî ma, diyar kirin ku tenê xeyalek wî hebû. Ew jî vegere ser axa xwe bû.  Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 604 girtiyên bi nexweşiya giran, bi giştî Hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Her çend parazvanên mafên mirovan ji bo girtiyên nexweş bêne berdan çalakiyan li dar dixin û dixwazin girtiyên nexweş bên berdan jî, girtiyên nexweş nayên berdan û yek bi yek jiyana xwe ji dest dide. Tenê di sala 2020'an de 21 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî girtî Sitki Berktaş ê Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bû û heta niha 28 salin girtî bû di 8'ê Mijdarê de rakirin Nexweşxaneya Edîrneyê û di 10'ê mijdarê de  jiyana xwe ji dest da. Berktaş bêyî xatir ji malbatê bixwaze jiyana xwe ji dest da. Ji malbatê re hat gotin ku xwîn çûye mahdê wî û jiyana xwe ji dest daye. Lê di rapora mirina Sitki Berktaş a Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê de qala ve yekê nekir. Sedemea mirina Berktaş a berfireh jî dê di rapora berfireh de bê aşkerekirin.  Cenazeyê Sitki Berktaş duh ji saziya Tipa Edlî ya Edîrneyê wergirtin û piştî 28 salan birin li ser axa wî ya li Meletiyê defin kirin. Malatê Berktaş, bi êşa ku xatir ji kurê xwe nexestin û êşa mirina wî di nava zimêr û lorînan de cenaze spartin axê.    LI HEMÛ MALBATÊ ÎKENCE HAT KIRIN    Berktaş ku li Girtîgeha Edîrneyê jiyana xwe ji dest da, li Gundê Dîlek ê Navçeya Yeşilyurt a Meletiye di 2'ê nîsana 1968'an de ji dayik bû. Berktaş, li Meletiyê zarokatiya xwe derbas kir û li vir dibistan xwend. Piştî Fakulteya Tipe ya Zanîngeha Antalya qezenç kir, ji Meletiye qetiya. Dema zanîngeh dixwend di sala 1991'an de tev li PKK'ê bû. Di sala 1993'an de li Meletiyê di operasyonekê de hat binçavkirin û girtin.  Berktaş, li gel 3 ferdên malbate hat binçavkirin û îşkenceyek giran li wî hat kirin. Birayê Berktaş Erdal Berktaş piştî hat binçavkirin û berdan di sala 1996'an de tev li PKK'ê bû. di sala 1998'an de di êrîşa hewayî de ji yanaxwe ji dest da. Malbatê xwe negîhand cenazeyê Erdal Berktaş. Xwişka Erdal Sakine Berktaş jî bû şahidê îşkenceya li Erdal hatiye kirin. Berktaş, li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hat darizandin û cezayê muebetê li wî birîn. Berktaş piştî hat girtin û ceza li wî hat birîn, 28 salan girtî ma û di nava van 28 salan de li 7 girtîgehan ma. Berktaş di 28 salan de li Girtîgehên Meletî, Yozgat, Amasya, îzmîr, Bolu, Enqere Tekirdag û herî dawî li Edîrneyê ma.    Berktaş, di sala 2006'an de li Girtîgehea Buca ya îzmirê bi nexweşiya PNH (Pençeşêra xwînê ket. Berktaş li Nexweşxaneya Dewletê ya Îzmirê hat dermankirin. Her çend Nexweşxaneya Dewletê ya ÎZmirê rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" da jî Lê Saziya Tipa Edlî ev yek red kir û parast ku dikare li girtîgehê bimîne.    EZ BÛM ŞAHIDÊ ÎŞKENCEYÊ    Xwişkên Sitki Berktaş Sakine Berktaş û Derya Berktaş qala jiyana birayê xwe kirin. Sakine Berktaş, anî ziman ku birayê wê di bin çavan de îşkenceyek mezin lê hat kirin û bûye şahide wê îşkenceyê û wiha got: "Birayê min di nava 28 salan de li gelek girtîgehên cuda de man. Ji ber ziyaretên girtîgehan gar û termînalên otobusan ên em neçûnê neman. Em li hemû gar û otogaran geriyan. Fikrê me her tim bi Sitkî re jiya. Birayê min kesekî Sosyalist bû. Jiyana kolektif esas digirt. Her tim kesên bê hêz û xwedî heq diparast. Pir zane û hestiyar bû. Birayê min 28 salan girtî hiştin. Ev bê wîcdanî û bê rahmî ye. Bifikirin mirovek 24 salî tê girtin û di 52 salî de cenazeyê wî ji girtîgehê derdikeve.  Cenazeyê ji girtîgehê derdikevin bê rahmî û bê hestiyarî ye. Birayê min pir ji jiyanê hez dikir û têr û tijî bû."  Me bi hevre xeyal çêdikir. Digot 'Ezê vegerim axa xwe. Ezê dîsa li zarokatiya xwe vegerim. Ez dixwazim axa ez lê çêbûm bibînim û li wir bigerim' Bi vê xeyalê dijiya.    MIN BIRAYÊ XWE LI GIRTÎGEHÊ NAS KIR   Xwişka Sitki Bertkaş Derya Berktaş, jî anî ziman ku birayê xwe li girtîgehê nas kir û wiha got: "Mirovekî pir bi qîmet bû. 4 meh berê min çû di hevdîtina girtî de ziyaret kir. Şemiya borî em bi telefonê aixvîn. Dema ku em bi telefonê axivîn wekî her tişt baş be. Qala tu pirsgirêkan nekir. Eger tiştekî neyînî hebûya dê bi mere parve kiribûya. Em roja şemiyê axivîn û roja Sêşemê jiyana xwe ji dest da. Birayê min pir mafdar bû. Têkoşînek bi maf pêş xist û di nava tekoşînek bi maf de cih girt. Tu mirov heq nake ku 28 salan girtî bimîne. Birayê min herî zêde bêriya axa xwe kiribû. Dixwest li axa xwe vegere. Pir ji xwezayê hez dikir. Xeyalek wî hebû. Plan dikir ku dema bê berdan vegere ser axa xwe. Dayika min 2 kurê xwe dan vê toz û têkoşînê. Dayika min bêyî kurê xwe bibîne 4 sal berê jiyana xwe ji dest da. Birayê min neanîn merasima cenaze. Bavê min niha bêtir nexweş e. Dema birayê min bi bavê min re axivî digot "Li benda min bisekine". Lê nebû.   MA / Barış Polat