MEBYA-DER: Cenazeyê Çelîk teslîmê malbatê bikin 2020-11-13 13:10:08 AMED - Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag, diyar kir ku rayedaran piştî 7 mehan encama DNA’yê ji malbata Cemal Çelîk ê HPG’î re şandine û xwest demildest cenaze teslîmî malbatê bê kirin.    Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER) a Amedê, derbarê nedayîna cenazeyên endamên HPG'ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane de, li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên MEBYA-DER’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag axivî.   MALBAT DIZANE KU CENAZE LI WÊ DERÊ YE   Karadag, diyar kir ku ev hefteya 6'emîne  ew balê dikşînin ser nedayîna cenazeyên HPG'iyan û  got: “Cemal Çelîk ê ku 2014’an de tevlî PKK bû, di navbera rojên 18 û 28'ê nîsana 2017’an de di şerekê li Şirnexê rû da de, jiyana xwe ji dest dabû. Malbat wê demê ji bo cenazeyê lawê xwe bigire çûe Şirnexê û testa DNA’yê xwînê da, lê tu encam jê ne girtin. Di meha Sibata 2020’an de dîsa malbat çû Şirnexê û ji bo testa DNA’yê xwîn da. Piştî 7 mehan û şûnde kaxizek ji malbata Çelîk re hat şandin û di kaxizê de hat gotin ku xwîna we ji hev negirtî ye. Malbat jî baş dizane ku cenazeyê lawê wan li wê derê ye.”   ‘BÊ HIQÛQIYEK TÊ MEŞANDIN’   Karadag, da zanîn ku li dijî cenazeyan bêhiqûqiyek tê meşandin û wiha axivî: “Ligel ku malbat dizane cenazeyê lawê wan li wê derê ye jî, dîsa cenaze teslîmî malbatê nayê kirin. Bi vê dixwazin êşa malbatan zêde bikin û bi nirxên wan bilîzin. Malbat jî dibêje ‘heta ku em hestiyên lawê xwe negirin em nasekinin.’”   ‘CENAZEYÊN MALBATAN TESLÎM BIKIN’   Karadag, bibîrxist ku li Meletî, Amed, Şirnex, Elih, Wan û Sêrtê bi hezaran gorên bê kesan hene û wiha berdewam kir: “Heke hûn malbatan agahdar nekin û bi serê xwe cenazeyan defin bikin, ev bêhiqûqiyeke mezin e. Ev ne ji hêla olî, ne ji hêla mirovahî û ne jî ji hêla siyasî ve tê qebûlkirin.”    Karadag, bang li rayedaran kir ku cenazeyên malbatên HPG'iyan teslîmî wan bikin û wiha bi dawî kir: "Destên xwe yên qirêj ji gorên malbatan bikişînin. Weke komele em ê şopdarên serlêdanên malbata bin û ji hêla hiqûqî ve jî em ê alîkar bin.”