ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-14 09:00:51 * Selamet Yeşîlmen, di dema qedexeya derketina kolanan de, li ber deriyê mala xwe ji hêla polîsan ve hatibû kuştin. Hevjînê Yeşîlmenê, diyar kir ku kiryar nayên aşkerekirin û got: "Her cara ku di wê kuçeyê re derbas dibim, li ser wê peyarêyê dimeşim, tê bîra min."  * Dê Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî sibê damezrandina meclîsê ragihîne.    * Di 21 salan de ji bo hevdîtina li gel Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin ji hezar û 770 serlêdanan hezar û 352 serlêdan hatine redkirin. Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku tecrîda mutleq bi biryara hêzên serdest tê sepandin û wek ku Ocalan dibêje Tirkiye jî wezîfeya xwe ya “notirvaniyê” didomîne.   * Dengbêjan bal kişand ser liv û tevgera eskerî ya li Herêma Kurdistana Federe û gotin, pirsgirêk bi liv û tevgereke eskerî çareser nabe, pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye.    * Par di wesayîta eskeran de esrar hatibû dîtin. Ji ber vê Binefserê Fermandariya Cendirmeyan a Licê Hakan K. jî di nav de 4 jê esker derbarê 6 kesan de doz hatibû kirin. Di rapora pêzaniyê ya daxilî nav dosyeya dozê hat kirin de, gotinên wekî "Mal hazir e", "Em nimûneyê bidin" û "Em ê serê kîloyê 10 hezarî bidin" cih girtin.    * Fîgen Tûranligîl ku xaniyê wê di erdhejê de texrîb bûye û niha tevî birayê xwe yê şîzofrenî û du kurên xwe di konekê de dîmîne, bal kişand ser sarbûna dinyayê û xwest vê nediyariya ji bo rewşa wan zelal bibe.    * Dayikên Şemiyê, ji ber vîrûa koronayê çalakiya xwe ya 816'emîn dê bi awayekî onilne pêk bînin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 613'emîn de li dar bixin. (12.00)   * Karkerên înşaatê yên endamê Sendîkaya Dev Yapi Îş'ê ku 2 mehên mûçeyên xwe nagirin li ber şantiya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Goztepeyê daxuyanî bidin. (13.00)   * TJA di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de wê li navçeya Silopya Şirnexê bernameyeke dengbêjiyê saz bike. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" a ji bo balkişandina rewşa girtiyên nexweş li dar bixe. (13.30)     * Platforma Jinan a Dîcle Amed'ê di çarçıveya çalakiyên 15'ê Mijdarê de li Çerxerêya Dunyayê ya Amedê Konvoya Mor saz bike. (14.00)      * Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, wê li Mersînê serdana Osman Şiban ku li navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkoperê hatibû avêtin bike. (19.00)