Hîn jî kiryarên Selamet Yeşîlmenê aşkere nekirine 2020-11-14 09:05:22 MÊRDÎN - Selamet Yeşîlmen, di dema qedexeya derketina kolanan de, li ber deriyê mala xwe ji hêla polîsan ve hatibû kuştin. Hevjînê Yeşîlmenê, diyar kir ku kiryar nayên aşkerekirin û got: "Her cara ku di wê kuçeyê re derbas dibim, li ser wê peyarêyê dimeşim, tê bîra min."  Li Nisêbîna Mêrdînê di 1'ê Cotmeha 2015'an de qedexeya derketina derve hatiû ragihandin. Qedexe 6 rojan dewam kiribû. Di dema vê qedexeya şeş rojan de Ahmet Sonmez ê 54 salî û Şahîn tûranê 25 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Dû re di 13'ê Mijdara 2015'an de qedexe hatibû îlankirin û 14 rojan dewam kiribû. Di dema vê qedexy de jî 9 kes bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dabûn. Li gor raporên rêxistinên mafên mirovan de di dema qedexeyên derketina derve yên Nisêbînê de dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen (44), Hasan Dal (45), Mûsûr Aslan (19), Abdulkadîr Yilmaz (65), Mûhammet altûnkaynak (20), Nûrhan Kaplan (45), Şerîf Alpar (55) û Sedat Gungor (22) bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di raporan de hat destnîşan kirin ku Emîn Oz ê 55 salî jî ji ber ku nikaribûye dayika xwe ya astengdar bibe nexweşxaneyê xwe kuştiye.    DOSYE WEK BERÊ YE    Selamet Yeşîlmen a 44 salî, di roja 3'yan a qedexeyê de yanî di 15'ê Mijdarê de gava ji bo nan li tenûrê bixe derket baxçeyê mala xwe, polîsên di wesayîta zirxî de ew gulebaran kirin û kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê derbarê mirina Yeşîlmenê de lêpirsîn dabû destpêkirin û dû re ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şandibû. Di ser bûyerê re 5 sal derbas bûe, lê belê dosye hîn jî wekî berê ye. Her wiha Fîkret (20) û Sevcan Yeşîlmen (13) ku roja bûyerê li cem dêya xwe bûn û ew jî birîndar bûbûn, hîn jî birîna wan nekewiyaye. Piştî bûyerê çavekî Sevcanê kor bû. Malbat di dema qedexeyê mecbûr mabû koç bike, lê belê piştî 4 salan cardin vegeriya Nisêbînê.    Yeşîlmen, ji mecbûrî li TOKÎ'yên li kêleka mala wan a berê ku hat xerakirin hatin çêkirin dimîne û her wiha ji ber rewşa wî ya aborî nebaş e, nikare keça xwe tedawî bike.    Yeşîlmen, diyar kir ku hîn jî tiştên hatine serê wan ji bîr nekirine û got, her cara ku parka li şûna mala wan hatiye çêkirin û cihê ku hevjîna wî lê hatiye kuştin dibîne, li ber dikeve.    ‘DEWLETÊ KUŞT'    Hevjînê Yeşîlmenê Abdulrrahîm Yeşîlmen, diyar kir ku dosyeya hatiye vekirin wekî xwe yê berê ye û derbarê dosyeyê de tu zanyariyên wan tune ne û wisa xuyaye dê kiryar neyên aşkerekirin.   Yeşîlmen got: "Dewletê hevjînê min kuşt. Gule diyar e. her tişt diyar e. Her kes dizane, dewletê kuştiye. Min jî ew dane ber dadgehê. Ê ku hevjîna min gulebaran kir ku li ber mala min bû. Heya sax bim ez ê ji bîr nekim. Ne li vê dinyayê ne jî li wê dinyayê. Mala min xera kirin. Her cara ku diçim kuçeyê û di wê peyarêyê de dimeşim, tê bîra min. Ji bo jina zewicandî û dayika 5 zarokan dibêjin, rêxistin. Min ew dane ber mehkemeyê. Bila bibêjin, kî hevjîna min kuşt. Hikûmet e, dikare bibîne. Dikare bibîne û bibêje filan polîs li filan derê ye. Lê nakin. Dê dosyeyê werê bihêlin. Dû re dê bibêjin wextê wê derbas bûye."    MA / Ahmet Kanbal