Di 21 salan de hezar û 770 serlêdan ji bo Îmraliyê hatine kirin: Tecrîd bi biryara hêzên serdest didome 2020-11-14 09:05:24 STENBOL – Di 21 salan de ji bo hevdîtina li gel Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin ji hezar û 770 serlêdanan hezar û 352 serlêdan hatine redkirin. Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku tecrîda mutleq bi biryara hêzên serdest tê sepandin û wek ku Ocalan dibêje Tirkiye jî wezîfeya xwe ya “notirvaniyê” didomîne. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi zextên hêzên navdewletî di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê hat derxistin. Van hêzên navdewletî di 15’ê Sibata 1999’an de Ocalan radestî Tirkiyê kirin. 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin û bi tecrîda mutleq re rûbirû ye. Parêzerên Ocalan ji roja hat girtin heta 27’ê Tîrmeha 2011’an bi giştî 765 caran serlêdana hevdîtinê kirin. Ji van serlêdan 413 serlêdan hatin qebûlkirin. 352 serlêdan jî bi hêcetên wek “koster xerabe ye”, “koster tê tamîrkirin” û “muxalefeta hewayê” hatin redkirin. Parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ji bo hevdîtinê hezar û 5 serlêdan kirin û bersiva erênî tenê dan 5 serlêdanan. Bi hêcetên wek “rewşa awarte”, “muxalefeta hewayê û “koster xerabe ye” serlêdanên din hatin redkirin.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya gireva birçîbûnê belavî tevahiya girtîgehan û bi dehan welatê cîhanê bû. Van çalakiyan fişarê li dewletê kir ku piştî 8 salan parêzeran bi Ocalan re dikaribû hevdîtinê bike. Ji parêzerên wî Newroz Ûysal û Rêzan Sarica di 2-22’yê gulana 2019’an, di 12-18’ê hezîrana 2019’an û di 7’ê tebaxa 2019’an de çûn Giravê Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina 7’ê Tebaxê hevdîtin nehatin kirin û destûr çûna parêzeran nedan. Parêzeran ji wê rojê ve gelek serlêdanan kirin û heta niha bersivek erênî an jî neyînî nedane serlêdanan.   Dadgeriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê di 23’yê Îlona îsal de derbarê Ocalan û girtiyên din ên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim bi boneya “Nexşerêya” Ocalan a 156 rûpel ku di 2009’an de nivîsandibû 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kir. Piştî vê qedexeyê 13 serlêdanên parêzeran bi vê biryarê hatin astengkirin.   Her wiha li gel qedexeya hevdîtina parêzeran, bo dema 6 mehan hevdîtina malbatan jî ji aliyê heman dadgehê ve hat qedexekirin. Ocalan herî dawî piştî 21 salan di nîsana 2020’an de cara ewil bi rêya telefonê hevdîtinek li gel malbata xwe pêk anîbû.   Ji parêzerên Ocalan, Emran Emekçî yê endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ye tecrîda li ser Ocalan ji ajansa me re nirxand.   ‘QEDEXEYÊN HEVDÎTINÊ POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ EŞKERE DIKE’   Emekçî bal kişand ser astengkirina hevdîtinên piştî 7’ê Tebaxê û got: “Piştî çalakiyên greva birçîbûnê, 8 sal şûn ve bi birêz Ocalan re hevdîtina parêzeran pêk hat. Piştî 5 hevdîtinan carek din bi birêz Ocalan re hevdîtin nehat kirin. Hat fêmkirin ku ew hevdîtin jî ji bo nermkirina pêvajoyê û bertekan bû. Ev tê wê maneyê ku dewama biryara tecrîda mutleq a ji 2015'an ve dest pê kiriye. Bi qedexekirina hevdîtinê ya parêzer û malbatan re jî polîtîkaya xwe ya tecrîdê baş eşkere kirin.”   ‘QEDEXE QET NE HIQÛQÎ NE’   Emekçî destnîşan kir ku biryara qedexekirina hevdîtinan biryarek polîtîk e û wiha got: “Jixwe di esasê xwe tecrîda mutleq dij hiqûqî ye. Rapora CPT’iyê jî dibêje tecrîd dij hiqûqî ye. Lê bi israr qedexe û tecrîd dewam dike. Dema em biryara dadgehê ya qedexeya li ser parêzeran lêkolîn dikin, cezayên hucreyê yên di salên 2006-2008'an de dane birêz Ocalan wek hêcet nîşan didin. Halbûkî tu palpişta van qedexeyan a hiqûqî jî nîne. Bi temamî hêcet in û kiras lê dikin.”   ‘BIRYARA QEDEXEYA HEVDÎTINAN LI DIJÎ ÇARESERIYÊ NE’   Emekçî da zanîn ku jixwe mantiqê tecrîda mutleq li dijî çareseriyê ye û got: “Diyalektîka rastiyek Îmraliyê heye. Di heman demê de qadek ku çareserî û neçareserî lê diqewim e. Jixwe “Nexşerêya” Ocalan, parametreya sereke ya çareseriyê ye. Ew Nexşerê nîşaneya çareseriya demokratîk e. Ya rastî çareseriyê dikin armanca xwe. Ev diyalektîk ji sala 1993'an her tim tê şixûlandin. Divê em baş bixwînin, alîgirên çareseriyê û yên li dijî çareseriyê kî ne. Divê em di hundirê vê diyaletkîkê de binêrin. Ev biryarên qedexekirina hevdîtinê û tecrîdê biryarên yên li dijî çareseriyê ne.”   ‘TENÊ NE TIRKIYE HÊZÊN NAVDEWLETÎ JÎ DI NAVA BIRYARA TECRÎDÊ DE NE’   Emekçî bal kişand ser destwerdan û nediyariyên li Rojhilata Navîn û got: “Ev hevkêşeyek navdewletî heye û van destwerdan û nediyariya bixwe re tîne. Tecrîda li ser birêz Ocalan, li ser neçareseriya vê hevkêşiyê hatiye avakirin. Ya rast armanca Ocalan çareseriya vê hevkêşiyê ye û perspektîfa wî ya ji bo çareseriya Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan dibêje ‘Tirkiye ne li ser navê xwe ji bo aştiyê gav diavêje û ne jî şer dike.’ Rola hêzên serdest a li ser Tirkiyê, Mezopotamya û Rojhilata Navîn wezîfeya notirvaniyê ye. Tiliya hêzên navdewletî di nava neçareserkirina pirsgirêka kurd de heye. Van hêzên navdewletî di şexsê Ocalan de komployek saz kirin û Ocalan li Girava Îmraliyê neçarî tecrîda girankirî kirin. Îro jî ev hêzên serdest vê polîtîkaya xwe palpişt dikin. Tecrîda mutleq a îro li Ocalan tê sepandin, ne bi biryara Tirkiyê, di serî de bi biryara Amerîka û hêzên serdest pêk tê. Li Tirkiyê wek ku birêz Ocalan dibêje wezîfeya notirvaniyê berdewam dike.”   ‘DIVÊ HER ALÎ LEZ BIDIN AZADIYA OCALAN’   Emekçî bal kişand ser kampanyayên rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan û got: “Bi giştî kampanyayên ji bo azadiya birêz Ocalan tên birêvebirin gelek girîng û bi nirx in. Pêwîste ev xebat û kampanyayên wiha werin dewlemendkirin. Her kêliya ku Ocalan girtî dimîne, ji bo gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn dibe sedema windahiyên mezin. Li gorî biryarên DMME’yê divê Ocalan 25 sal ceza bigire. Lê bele 21 sal in birêz Ocalan li Girava Îmraliyê tê hepskirin. Dema girtîbûna birêz Ocalan maye 4 sal. Pêwîste DMME têkildarî birêz Ocalan 6 sal in biryarên tavsiyeye derbixe, lê belê ev pir dereng ma. Yanî di warê hiqûqî de divê birêz Ocalan di 2024’an de were berdan. Ji ber vê yekê ji bo azadiya Ocalan, divê aliyên berfireh û derdorên demokratîk têbikoşin. Di vê xisûsê de pêngava ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin gelek girîng e û divê ev yek berfirehtir bibe û ji her kesî re serkeftinê dixwazim.”   (QEDIYA)   MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayûmat