Li GGM’a Wanê destdirêjî: 2 peywirdarên ewlehiyê hatin girtin 2020-11-14 09:05:32 VAN – 2 peywirdarên ewlehiyê li Navenda Vegerînê ya Kûrûbaşê ya li ser rêya Payîzavayê destdirêjî jineke îranî kirin. Her dû tecawizkar piştî girtina gotinên wan hatin girtin.  Li Navenda Vegerînê ya Kûrûbaşê (GGM) li ser rêya navenda Wanê û navçeyê Payîzavayê bûyereke destdirêjiyê çêbû. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, jina îranî Z.M. ku bi rêyên qaçax derbasî Wanê bûye, bi armanca tevdîrê girtine GGM’ê. Di 22’ê tîrmehê de piştî vemirandina ronahiyê peywirdarê ewlehiyê Î.H.K. ku li GGM’ê ewlehiyê girtiye, ketiye odeya ku Z.M. lê bûye û dest dirêjî wê kiriye. Piştre peywirdarê ewlehiyê Y.V. jî bi heman rengî dest dirêjî Z.M. kiriye.    HATIN GIRTIN    Bûyera ku di 22’ê tîrmehê de pêk tê, di 26’ê tîrmehê de bi vegotina Z.M. a ji Midurê GGM’ê re dertê holê. Piştî vegotinê Z.M. li Fermandariya Cendirmeyan a Artemêtanê gotin da û tecawizkar Î.H.K. û Y.V. teşhîs kir. Piştî gotin girtina Z.M. fermandariyê gotinên tecawizkar Î.H.K. û Y.V. jî girt û wan sewqî Dadgeha Cezaya Silhê kir. Dadgehê her dû tecawizkaran girt û şand Girtîgeha Tîpa T a Wanê.    PARASTINA “NETEW Û WELAT”   Hat hînbûn ku Î.H.K di gotinên xwe de gotiye ku ew girêdayî welat û neteweya xwe me û buxtan lê tê kirin. Y.V. jî bûyerê lê xwe dananiye û înkar kiriye. Hat hînbûn ku derbarê bersûcên tecawizê de hê angaştname nehatiye amadekirin.