Di salvegerê de tayînkirina qeyûm şermezar kirin 2020-11-14 12:46:39   ŞIRNEX – Rêxistina HDP’ê ya Hezexê, bi daxuyaniyekê yekemîn salvegera tayînkirina qeyûm a ser Şaredariyê Hezexê şermezar kir.   Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Hezexê ya Şirnexê, li avahiya xwe derbarê yekemîn salvegera tayînkirina qeyûm a ser Şaredariyê Hezexê daxuyaniyek da û trayînkirina qeyûm a ser şaredariya xwe şermezar kir. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Hasan Ozgûneş, Nûran Îmîr, endamên meclîsa saredariyê û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm li dijî vîna gel darbe ye” hat vekirin.   ‘ME DEV JI PARASTINA ŞAREDARIYA XWE BERNEDA’   Endama Meclİsa Şaredariya Hezexê Medya Hezar, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku rexmî hemû pêkanînan wan dev ji parastina şaredariya xwe bernedane û wiha got: “Ji ber vê yekê ye ku yên li pişt deriyên girtî û dûrî raya giştî siyasetê dikin şaredariyên me wekî hedef hilbijartin. Weke encam, vîna gelê Hezexê sala borî hêla dewletê ve hate desteserkirin.”   “QEYÛM DARBE YE’   Piştî Hezar, Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û ev tişt gotin: “Qeyûm darbe ye. Darbeyek li vîna gelan, vîna gelê kurd û vîna jinan e. Di heman demê de derbeyek li dijî demokrasî û hiqûqê ye. Ji ber ku hûn îdîa dikin ku we hilbijartinek demokratîk kiriye û her kes di çarçoveya qanûnê de serlêdanê dike û bi vîna gel tê hilbijartin. Lê we nêzî 60 şaredariyên me desteser kirin û vîna gel bin pê kir. Em ê her tim bi gelê xwe re bin û bi hişmendiya şaredariya hevpar tevbigerin."