Di bin çavdêriya cerdevanan de dar hatin birîn 2020-11-14 13:38:43   MÛŞ – Li Mûşê, darên nêzî qereqola leşkerî tên birîn. Hat diyarkirin ku birîna daran di bin çavdêriya cerdevanan de tê kirin.    Li herêma daristan a gundê Laçîka yê girêdayî navenda Mûşê, di bin çavdêriya cerdevanan de dar tên birîn. Hat ragihandin ku herêma ku dar lê tên birîn bi qasî 20 kîlometreyan dûrî qereqola leşkerî ya Uçevlerê ye û 10 roj in dar lê tên birîn.    Tê gotin ku darên tên birîn 20 salî ne.