Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk: Di 10 mehan de 453 jin hatine kuştin 2020-11-14 15:04:18 AMED – Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk têkildarî kuştinên jinan raporek eşkere kir û diyar kir ku di 10 mehan de bi giştî 453 jin hatine kuştin.   Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk, Rapora Kuştina Jinan a 10 mehên sala 2020’an bi raya giştî re eşkere kir. Rapor ji daneyên gelek malper, ajans û platforman pêk tê. Di rapora hatiye amadekirin de tê gotin di 10 mehên salê de herî kêm 256 jin di encama cînayetê de û herî kêm 197 jin jî bi awayên gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî daneyan mirinên gumanbar jî di nav de di nava van 10 mehan de bi giştî 453 jin hatine kuştin.   JIN HERÎ ZÊDE LI STENBOLÊ HATINE KUŞTIN   Li gorî daneyên raporê tê gotin jin herî zêde li bajarê Stenbolê 37 jin hatine kuştin û li Îzmîrê 19 jin, li Antalya 13 jin hatine kuştin. Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara kuştina jinan li bajarên wek Artvin, Bayburt, Colemêrg, Karaman, Meletî, Sêrt, Tokat û Dersimê jî di raporê de cih nagirin û ji ber li van bajaran negihîştine tu daneyan û encaman.     Lînka rapora derbarê kuştina jinan de wiha ye:   lînk