Ji ber ku tevli daxuyaniya li ser gorê bûn ceza li wan hat birîn 2020-11-15 09:02:27   SÊRT – Li 6 endamên MEBYA-DER'ê bi giştî 18 hezar û 900 TL cezayê pereyî hat birîn. Bi hinceta ku di daxuyaniya li ser gorê de "mesafeya fizîkî" esas nehatiye girtin ceza hat birîn. Her wiha piştî îtirazê 4 hezar û 734 TL ji cezayê pereyî hat kêmkirin.    Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê êrîş biribû ser goran. Ji ber vê endamên Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER) jî li Goristana Şêxs Mûsayê daxuyaniyek dabû. Lê belê bi hinceta ku di daxuyaniyê de "mesafeya fizîkî" esas nehatiye girtin li 6 endamên komeleyê bi giştî 18 hezar û 900 TL cezayê pereyî hat birîn. Piştî îtiraza hat kirin 4 hezar û 734 TL ji cezayê pereyî hat kêmkirin.    DELÎLEKE BERBIÇAV TUNE YE    Endamên komeleyê Leyla Ozalp, Leyla Sevgî, Kumrî Kaçar, Maşallah Kaçar, Vedha Kaçar û Hediye Kaçar ku her yek ji wan 3 hezar û 150 TL cezayê pereyî li wan hatibû birîn, îtiraz kirin û serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Sêrtê dan. Dadgeriyê di biryara xwe de got, dîmena hatiye girtin pir ne zelal e, lê belê di daxwaznameya îtirazê de kesan qebûl kiriye ku çûne ser gorê û biryara hatiye dayîn li gor hiqûqê ye.    Her wiha dadgeriyê di biryara xwe de ji cezayê hatiye birîn, bi giştî 4 hezar û 734 TL kêm kiriye.    TEVLI DAXUYANIYÊ NEBÛ    Ji ber ku dîmena hatiye girtin ne zelal bûye, vê carê hat îdiakirin ku ne Hediye Kaçar, lê belê Hatûn Kaçar tev kli daxuyaniyê bûye. Hatûn Kaçar ku tevli daxuyaniyê nebûbû îtiraz kir. Dadgeriyê îtiraza Hatûn Kaçarê nirxand û diyar kir ku, hatiye tespîtkirin ku Hatûn Kaçar tevli daxuyaniyê nebûye û lewma cezayê pereyî lê nebirî   MA / Fethî Balaman