Hevdîtina wekîl-muwekîl sûc hesibandin û parêzer girtin 2020-11-15 09:06:40 STENBOL – Parêzer Sînan Varlik, ji ber hevdîtinên bi wekîl-muwekîl hatibû girtin. Hevpîşeyê wî Parêzer Mûstafa Savran, bertek nîşanî vê yekê da û got, bi van pêkanînan pîşeya parêzertiyê tê krîmînalîzekirin.    Parêzer Sînan varlik, di 6'ê Mijdarê de li Kadikoy a Stenbolê hat binçavkirin û di 9'ê Mijdarê de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Hevpîşeyê wî Mûstafa Taylan Savran bertek nîşanî vê yekê da û got, bi vî awayî tê xwestin ku pîşeya parêzertiyê bê krîmînalîzekirin.   Parêzer Savran, anî ziman ku ji ber ku derbarê dosyeya hevpîşe û muwekîlê wî de biryara veşarî heye, derbarê dosyeyê de tu melûmat û aghî li ber destên wan tune ye. Savran got: "Lê belê di îfadeya li dozgeriyê de derbarê ka rû barên parêzertiyê de tiştek ji Sînan nehat pirsîn. Lê belê ji tiştên jê hatine pirsîn kifş e ku hemû derbarê kar û barên parêzertiyê de ne. Delîlên di dosyeyê de li ber fealiyetên parêzertiyê hatine amadekirin û ji wir jî hatine sêwirandin û daxilî nav dosyeyê hatine kirin."    TÊKILIYA WEKÎL Û MUWEKÎL SÛC E!   Savran, anî ziman ku di dosyeyê de hevdîtinên wekîl-muwekîl jî bi awayekî hûrguliyane cih girtine û got, qeydên HTS'ê yên 10 salan daxilî nav dosyeyê hatine kirin, lê belê ji bo qeydên HTS'ê bibin delîl tenê divê yên salek berê bin. Savran got: "A rast ên 9 salan bi awayekî dijî usûlên prosedurê û usûlên lêpirsînê hatine vekolandin û daxilî nav dosyeyê hatine kirin. Lê belê di qeydên HTS'ê yên 2018'an de behsa tu kesên tên gotin nehatine kirin. Lê belê dibêjin li gor qeydên HTS'ê yên 2014'an têkiliya wî bi hin kesan re hebûye. Muwekîl jî ji bo van pirsan gotiye, 'hevdîtina min a bi muwekîl re ye.' Me ji vê fêm kir ku ev tişt hemû ji ber têkiliya wekîl û muwekîl e."    PARÊZERTÎ TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN'    Savran, destnîşan kir ku hatiye xwestin bi vî awayî parêzeran çavtirsandî bikin û got, wekî ji parêzeran re bibêjin heger hûn têkevin doza kesên bi "endamtiya rêxistinê" tên darizandin "em ê we jî bi heman tawanbariyê bidarizînin."    Savran, anî ziman ku gelek hevpîşeyên wan bi "van îdiayên eletewş hatine cezakirin" û got, bi vî awayî tê xwestin pîşeya parêzertiyê bê krîmînalîzekirin.    MA / Kadîr Guney