Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hat girtin 2020-11-15 11:39:51   MEREŞ - Hevserokê HDP'ê yê navçeya Bazarcixê Nacî Kiziler, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Bazarcixê ya Mereşê Nacî Kiziler ê ku di 13'yê Mijdarê de hatibû binçavkirin, hat girtin. Kiziler, piştî ku li ewlekariyê îfade da, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" sewqî dozger hat kirin. Dozger jî Kiziler bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê kir. Kiziler ê ku derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn, şandin Girtîgeha Tîpa E a Mereşê.