Mertturk: Ji bo destxistina kolanan em bi hevre tebikoşin 2020-11-15 13:02:57 ENQERE - Seroka Giştî ya Malên Gel Nebiye Mertturk anî ziman ku îqtidarê şewba vîrîsê ji bo xwe kiriye rewşa pêvajoya OHAL'ê û wiha got: “Bi qasî îqtîdarê muhalefet jî bi pirsgirêk e. Ji bo em dîsa mafê xwe yê kolanan bi dest bixin divê em hemû hêzên muhalîf bi hevre têbikoşin."   Kampanya Malên Gel a "Em dixwazin bijîn" ku li taxan, dibistanan, nexweşxaneyan, li pêş wezaretan, li qadên bajêr ji bo xebatênk propaganda, xebata bi ewle dane destpêkirin didome. Têkildarî kampanyayê, bertekên civakê yên li dijî polîtîkayên îqtîdarê û nêzîkatiya îqtîdarê ya li dijî muxalefetê Seroka Giştî ya Malên Gel Nebiye Mertturk, ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kir. Nebiye Mertturk, anî ziman ku di şertên şewba vîrûsa Covît-19 de   Mertturk, anî ziman ku endamên Malên Gel bi bersîva dane pirsên “Me Tirkiye bi rêve biribûya me dê çawa bi rêve biribûya?" dest bi kampanyayê kirine û wiha got: “Daxwaza Em dixwazin bijin, daxwazek balkêş û pirsan di hişan de dihêle ye. Şoreşger çima daxwazek wisa dikin? Bi şewba vîrûsa corona hemû qeyranên kapîtalîzma neo-liberal derketin holê. Mirov bi awayekî hişktir bi vê yekê re rû bi rû man. Mirovên xizan, kedkar, karker, di şertên bê ewle û zor de jiyana xwe berdewam dikin. Bi ve şewbê re bêtir nêzi mirine bûn. Bêtir mirovmirin û nexweş ketin. Me dît bu mirin jî rewa tê dîtin ji ber vê yekê me xwest bi daxwaza "Em dixwazin bijîn" balê bikişînin ku di nava vê pergalê de jiyan zor e û ne pêkan e. Gelek daxwazên me hene. Em dizanin ku îqtîdar van daxwazên me pêk nîne. Bi kampanya 'Em dixwazin bijîn' em dixwazin îqtidarê ser û bin bikin.    Mertturk, destnîşan kir ku bi vê kampanyayê re bi beşên cuda yên civakê re têm cem hev û wiha axivî: "Me di pêvajoya şewba corona de dît ku daxwazên kedkarên tenduristiyê yên "Em dixwazin wekî mirovan bijîn" hebû. Demek dirêj e em bi jinan de daxwaza çalakiyên li kolanan dikin. Daxwaza jinan a jiyanê berê jî li qadê berdewam dikir. Em bi jinan re têm cem hev û vê daxwazê bêtir bilind dikin û tînin ziman. Zarokên ku ji bo EBA TV nekişand û dema derset ser banî jiyana xwe ji dest da hebû. Me carek din dit ku ji bo zarok bijîn divê em li dijî îqtîdarê têbikoşim. Eger em li dora vê kampanyayê bên cem hev, em dikarin bêtir daxwazên xwe yên jiyanê bilintir bikin.    ÎQTÎDARÊ SERDEMA ŞEWBÊ KIR PÊVAJOYA OHALÊ   Mertturk, bal kişand ser polîtîkaya îqtîdarê ya şewba vîrûsa corona û wiha lê zêdekir: "Em dibînin ku îqtîdarê ev dema şewba corona ji bo xwe kiriye pêvajoya  awarte (OHAL). Em dibînin ku ev şewb bi rêbaz û daneyên zanistî nayê birêvebirin. Bi mudaxaleya Wezîrê Karên Hundir ev pêvajo tê rêvebirin. Kesên bi rasti li dijî şewbê şer nakin û tenduristiya civakê naparêzien, bi hêza polîsan mudaxaleyî kesên derdikevin kolanan, dikin. Îqtîdar ji bo muxalefetê bêdeng bike şewbê dike amûr. Em vê yekê qebûl nekin. Li aliyekî destûr nadin ku em derkevin kolanan, li aliylê din li Kocaelî kongreya bajar li dar dixin. Wezîrê Tenduristiyê bi 10 kesan re li asansorê suyar dibe. dixwazin vê şewbê ji bo xwe bikin amûr û benda li pêş dengê civakê. Em li 10 bajaran di heman demê de derketin qadan. Em mecbûrin ku rêbaza zanistî biparêzin. Dema ku faşîzma polîsan tune be, em tu pirsgirêkan najîn.  Li Tirkiyeyê bi qasî pirsgirêka îqtîdarê heye, pirsgireka muxaliefetê jî heye. Li tirkiyeyê kêmasiya muxalefetê pir zêde ye. Bi qasî îqtîdarê muhalefet jî bi pirsgirêk e. Ji bo em dîsa mafê xwe yê kolanan bi dest bixin divê em hemû hêzên muhalîf bi hevre têbikoşin. Divê hemû hêzên muxalif bên cem hev. Me li Îzmîrê dît ku têkoşîna hêzên muxalif a hevpar kêm bû. Masa qrîzê jî nehat avakirin. Ev kêmasiyek pir mezin e. Ji bo em faşîzmê têk bibin divê em bên cem hev û bi hevre têbikoşin.  Îqtîdar dixwaze gel bê rêxistin bihêle û ceza bike."    MA / Emrullah Acar