Serokê MHP'ê yê navçeyê kurê xwe kuşt 2020-11-15 13:23:54 ŞIRNEX - Serokê MHP'ê yê navçeya Basayê kurê xwe kuşt.   Li gundê Cêleka ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê serokê MHP'ê yê navçeyê Nîmet Nas, ji ber nîqaşeke di navbera wî û kurê wî Mazlum Nas ê 25 salî derket de, bi tivinga nêçîrê kurê xwe kuşt û kurê wî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    Hat diyar kirin ku Nîmet Nas piştî bûyerê ji cihê bûyerê reviya.    Cenazeyê Mazlum Nas ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Basayê û der barê bûyerê de, lêpirsîn hat destpêkirin.