Meclîsa Ciwanên Yekbûyî avakirina xwe îlan kir 2020-11-15 14:57:11 STENBOL -  Rêxistinên ciwanên ên ji bo wekhevî, azadî, edalet û piştevaniyê hatin gelhev, avakirina Meclîsa Ciwanên Yekbûyî îlan kirin.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ciwanên Demokratîk ên Nû, Yekitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Tevgera Xwendekarên Sosyalîst (SOH) û Hêzên Şoreşgerên Ciwanan (DEV-GUÇ), di civîna çapemeniyê ya li Rêxistina HDP’ê ya Bagcilarê li dar xistin de avakirina Meclîsa Ciwanên Yekbûyî îlan kirin. Pankartên “Em ê ji bo azadiya xwe, li dijî faşîzmê bi hevre bimeşin” û “Em ê li dijî tundiya serdestiya dewlet û baviksaliyê mil bi mil bimeşin” bi salona civînê ve hatin kirin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Parlamentgerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elî Bûlût, nivîskar Temel Demîrer û gelek ciwan beşdarî civîna çapemeniyê bûn.    ‘ME MEHKÛMÊ BÊPÊŞEROJÊ DIKIN’     Civîna bi deqeyek rêzgirinê dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Ciwanên Yekbûyî Volkan Atmaca daxuyanî da û wiha axivî: “Em ciwan di 25’ê Cotmehê de bi şîara “Em bi hevre dimeşin” hatin gel hev. Em di pêvajoyeke ku pergala emperyalîzmê dagirkerî û talanê li hemû cîhanê belav dike û girseyan mehkûmê bêpêşerojê û bêrêxistinbûyînê dikin re derbas dibin. Hemû têkoşîna lêgerîna maf a ciwanan bi zor û zextan dixwazin bi çawisînin. Dewleta Tirkiyeyê, di 5 salên dawî de, dixwaze bi êrîşên herî giran têkoşîna rêxistinkirî bifetisîne û bi tenê bi hêle. Lê em baş dizanîn ku heya em berxwedana xwe ya dijî wan mezin nekin, emê nekarin van êrîş û pirsgirêkan ji holê rabikin.”    ‘EM BI HEV RE DIMEŞIN’   Atmaca, da zanîn ku ji bo ku ew ji kesên dixwazin gelan bikin dijminên hev re bêjin êdî bese, hatin gelhev û wiha bi dawî kir: “Ji bo wekhevî, azadî, edalet û piştevaniyê em hatin gel hev. Divê em bi mîrateya berxwedanê têbikoşin, ewran bigihînin hev, çav berdan şewleya birûska ku vedide, bi ser serdestan de bibin tofan û ji bo ku sibehê bi enerjiya ciwanan bigihînin hev divê em dahatuyê bi gavên pêbawer ava bikin.”   ‘ÎRO ROJEK GIRÎNGE’   Hevberdevka HDK'ê Idîl Ugurlu jî axivî û got, ''Îro ji bo me rojeke girîng e, îro Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Bazara Gênim a Xarpêtê hatine darvekirin. Hişmendiya TC'ê piştî ku Ermen, Sûryan, ên ne Misilman qetil kirin dor hate ser gelê qedîm ê van xakan, Kurdan. Her polîtîkaya ku ji dest hat bi kar anî, her amûr şixuland û niha jî didomîne.''   Ugurlu got, ''Gur nêçîra yê tenê dike'' û diyar kir ew li ser geşkirina têkoşîna rêxistinî û yekbûyî rawestiya ne.   'EMÊ TESLÎM NEBIN'   Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu jî got desthilat dixwaze ciwanên sernemr ava bike, li dijî zilam û zordarî, sîxûrkirinê, berxwedana şoreşger, sosyalîst, welatparêzan a li zindan, çiyan û bajaran bi bîr xist û got: “Li dijî yên ku teslîmbûnê li me ferz dikin, ên ku dojehê li me ferz dikin me li Rojava bersiveke tazî da. Ên ku li bendê bûn ku Kobanê bikeve, Rojava teslîm bibe, dîtin ku têkoşîna yekbûyî çi tîne, çi ders dane wan, me li ber wan çok nedanî, em teslîm nebûn.”