Rojnameya Xwebûn derket 2020-11-15 15:25:42 AMED - Hêjmara 48'an a Rojnameya Xwebûn ku hefteyekê carekê tê weşandin bi manşeta "Bi kaosê kêmasiyan vedişêrin" derket.    Rojnameya kurdî ya heftane Xwebûn bi hêjmara 48'an û bi manşeta "Bi kaosê kêmasiyan vedişêrin" derket. Rojnameyê nirxandinê rojnameger Şaswar Mamê a mijara şerê navxweşi û talûkuya wê derxist pêş. Têkildarî mijarê rojnamegerê başûrî Şaswar Mame ji rojnameyê re axivî û destnîşan kir ku Başûr ji aliyê siyasî, leşkerî, çandî û gelek aliyên din ve ketiye bin kontrola dewleta tirk û dagirkeriya herî mezin ev bixwe ye. Mame aşkera kir ku ev demek e dirêj e bi sedema polîtîkayên PDK’ê Başûr di qeyranekê de ye û bi şer û kaosê kêmasiyên xwe vedişêrin û wiha got: “Dixwaze atmosfera şer ava bike û berê civaka Başûr ji van qeyranên navxweyî dûr bixe. Yanî şer rewa dike.”    Rojnameyê dîsa bi sernavê "28 salan dîl hat girtin lê dev ji xeyalên azadiyê berneda" bal kişan ser girtî Sitki Berktaş ê li girîgehê nexweş ket û jiyana xwe ji dest da. Rojnameyê anî ziman ku girtiyê nexweş Sitki Berktaş, bêyî ji mafê xwe yê xatirxwestina ji malbatê sûdê bigire li girtîgeha Edirneyê jiyana xwe ji dest da. Berktaş ê 28 salan girtî ma, hat diyarkirin ku tenê xeyalek wî hebû. Ew jî vegere ser axa xwe bû...   Rojnameyê di vê hêjmarê de cih da nivîskarên nû û mijarên nû. Rojnameyê bi nivîsên Nivîskar Kenan Colemêrgî ya bi sernav "Deng bidin pîrepayizokan", nivîskar Mahir Uzmez a "Vayê Biden ê Amerîka do kêy bireso Kurdistan?", Cîhan Bîlgîn a "Femîsîda li ser jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê", nivîskar Munewer Azizoglu Bazan a "Ji ‘axa bav û kalan’ ber bi ‘axa hemû kurdistaniyan", nivîskar Abdurrahman Sever a  "Şêx Ubeydullahê Nehrî" û niviskar Meral Ozel a "Pîrê ma Seyît Riza" mijarên cuda bi xwînerên xwe re parve kir. Xwîner dikarin rojnameyê ji bayîyan bistînin. Dîsa dikarin bi lînga "rojname@xwebun.org" bi rojnameyê te têkiliyê dînin.