‘Em ê li dijî polîtîkayên dijminantiyê paş ve gav ne avêjin’ 2020-11-15 16:21:15 RIHA - Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, di yekemîn salvegera qeyûm tayînkirina Şaredariya Pirsûsê de axivî û got: “Emê li dijî polîtîkayên we yên dijminantiya jinê gav paşve ne avêjin.”    Berî salekê, di 15’ê Mijdara 2019’an de qeyûm tayînê Şaredariya Navçeya Pirsûs a Rihayê hat kirin. Salek bi ser tayînkirina qeyûm re derbas bû. Hevşaredara HDP’î Hatice Çevîk piştî qeyûm tayînî cihê wê hat kirin, hatibû binçavkirin. Tayînkirina qeyûm bi daxuyaniyekê hat şermezar kirin. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pirsûsê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê, Hevşaredara Hatîce Çevîk û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevşaredar Hatîce Çevîk, di daxuyaniyê de axivî û got: “Tayînkirina qeyûm xespa vînê ye. Bi vê gelê Pirsûsê ceza dikin. Ji bo ku xizmet ji gelê Pirsûsê re neyê kirin, qeyûm tayînkirin. Me got şaredartiya gelparêzer, wan got şaredariya yekparêzî.”    'KIRIN HEDEF’    Wekîla HDP’ê Ayşe Surucu jî, Rêberê Serhildana Dersimê Sayît Riza û hevalên wî bi boneya salvegera bi darvekirina wan bibîr anîn û got: “Ji avakirina dewletê ve polîtîkayên zextan dewam dikin. Gelê Pirsûsê li hemberî zilmê tu carî serî ne tewand. Tişa tenê dikarin bikin, bi qeyûman hinek din temenê xwe dirêj bikine. Bi girtin, îşkencê û binçavkirinan tu tişt bi ser nakeve. Em ê tu carî li dijî polîtîkayên dijminantiya jin û gelan dike paşve gav ne avêjin.”