Li Êlihê zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû maye 2020-11-15 20:09:24   ÊLIH – Li gundekî Kercewsê zarokek bi destdirêjiya 4 zilaman re rûbirû ma. Destdirêjî bi ducaniya zarokê re derket holê.    Li gundek girêdayî navçeya Kercewsê ya Êlihê derket holê ku 4 zilamn desdirêjî zarokekê kirin e. Hat zanîn ku destdirêjî bi ducaniya zarokê re derket holê û bûyera destdirêjiyê ji polîsan re hatiye ragihandin. Hat diyarkirin ku zarok 8 meh in ducanî ye û di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de 4 kes hatin binçavkirin.    KESEK HAT GIRTIN   Ji çar kesên hatine binçavkirin kesek hatiye girtin. Sê kesên din jî hatine berdan. Navê kiryaran nehatiye eşkerekirin.    Hat zanîn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de didome.