Li Çinarê karker bi ceryanê ve zeliqî 2020-11-15 21:24:46   AMED – Li navçeya Çinara Amedê karkerê bi navê Şemsettîn Demîr ê bi ceryanê ve zeliqî jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Çinara Amedê karkerê bi navê Şemsettîn Demîr (35) ê siwaxê dikir bi xeta ceryanê ve zeliqî û birîndar bû. Karker rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê û tevî hemû mudaxileyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.