Konteynerên tenduristiyê penaberên sûriyeyî rakirin 2020-11-16 10:05:57   MERSÎN – Konteynerên tenduristiyê yên li kampa ku penaberên suriyeyê li dijîn, bi hinceta ku pêwistiya wan pê tuneye hatin rakirin.    Li kampa peneberên suriyeyî ya taxa Adanalioglû ya navçeya AKdenîzê ya Mersînê ku 200 kes lê dijîn, konteynerên tenduristiyê hatin rakirin. Konteynerên mobîl ên tenduristiyê, dema destpêka pêvajoya pandemiyê ji bo xizmeta tenduristiyê ya penaberan li kampê hatibûn bicihkirin. Hat hînbûn ku konteynerên mobîl qet nehatine vekirin û xizmeta tenduristiyê di wan de nehatiye dayîn. Hat angaştkirin ku Walîtiya Mersînê, ji penaberan gotiye, ‘pêwistiya we tuneye’ û 2 konteyneran ji kampê rakiriye û biriye cihekî din.    ‘ALÎKARî NAYÊ KIRIN’   2 konteynerên ku serşok, daşir û cilşo di wan de hene jî bi awayekî radeyî li kampê hene. Penaberên li kampê li kêlekên konên xwe çalan vedane û pêwistiyên xwe li vir derbas dikin. Derbarê vê rewşê de penaberên bi navê Emîra Hasan (25) û Mehmet Dîzlek (41) axivîn û diyar kirin ku tu alîkarî ji wan re nayê kirin û kontrolên tenduristiyê nayên kirin.    MA / Omer Akin