Malbatên Pirsûsê bertek nîşanî Akar dan: Qatil li holê ne 2020-11-16 10:51:41 STENBOL - Bavê Vatan Bûdak ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da Mûrat Bûdak, bertek nîşanî nêzîkatiya Wezîrê Parastinê yê Netewî Hûlûsî Akar ê ku qedandina pêvajoya çareseriyê bi komkujiyên DAIŞ’ê ve girê da bû da û got: “Bila li cihek din li qatilan negerin.”  Wezîrê Parastina Netewî Hûlûsî Akar di rojên derbasbûyî de, di budçeya sala 2021’an a Wezareta Parastina Netewî (MSB) ya ku di Komîsyona Plan û Budçe ya Meclîsê dihat nîqaşkirin de, bersiv da bû pirsên parlamenterên mûxalif. Akar di axaftina kir de qedandina pêvajoya çareseriyê ya di salên 2013 û 2015’an de di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de hat bi rêvebirin, bi komkujiyên DAIŞ’ê yên Pirsûs, Enqere, Dîlok û Balafirgeha Stenbolê ve girêda da.    ‘LI CIHEK DIN NEGERIN’   Bavê Vatan Bûdak ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da bû Mûrat Bûdak bertek nîşanî van axaftinên Akar da û wiha hirsa xwe anî ziman: “Ji bo ku rojevê bidin guhertin van daxuyaniyan didin. En tenê em hemû cîhan dizane ku komkujiyên Pirsûs, Enqerê û yên din ji aliyê kî ve hatin kirin. Ew bi xwe dibêjin; ‘Ger defterên têkildarî mijarên têkoşîna bi terorê re bên vekirin, wê gelek mirov nekarin derkevin pêşberî mirovan.’ Akar bi xwe jî, wê demê yek ji kesên paye bilind bû. Bila li cihek din li qatilan negerin. Qatil ew bi xwe ne. Bi belgeyan jî ev li holê ye.”   ‘AGAHIYA DEWLETÊ JÊ HEBÛ’   Budak, diyar kir ku bi qedandina pêvajoya çareseriyê re dest bi komkujiyan hat kirin û wiha pê de çû: “Agahiya Ahmet Davûtoglû, Tayyîp Erdogan û Hûlûsî Akar ji van komkujiyan hebû. Di encama lêkolînên hatin kirin de, hemû komkujî ji aliyê MÎT’ê ve hatine birêve birin. Kesekê ku musteşartiya MÎT’ê kiribû, piştî Komkujiya Pirsûsê gotibû ku ‘Komkujiyên wiha, ji derveyî agahiya dewletê ne pêkane ku bên kirin.’ Ji ber vê bila li cihek din li qatilan negerin. Em hemû dizanîn ku kî wan ber alî dike.”    ‘DIBE KU AKAR BEHSA ERDOGAN DIKE’   Koray Turkay ê ji Komkujiya Pirsûsê bi birîndarî xelas bû jî, wiha bertekên xwe anîn ziman: “Serokkomar Erdogan, di hilbijartina 7’ê Hezîranê de digot, ‘400 parlamenteran bidin, bila ev kar din ava hizûrê de çareser bibe.’ Ma ev gotinên wî dê ji bîra me herin. Bi van gotinan pêşiya êrîşan vekir. Dûre van komkujiyan rû dan. Endamên MÎT’ê jî, cihê xwe di vî karî de girtin. Ji ber ku AKP’ê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de winda kir, êdî her tişt da ber çavê xwe. Ahmet Davûtoglû yê di hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an de bû serokwezîr, di daxuyaniyên xwe yên demek ne pir dûr de wiha got; ‘‘Ger defterên têkildarî mijarên têkoşîna bi terorê re bên vekirin, wê gelek mirov nekarin derkevin pêşberî mirovan.’ Dema ku Tirkiyeyê balafira Rûsyayê xist, Rûsyayê çi kir? Hefkariya malbata Erdogan a bi DAIŞ’ê re li tevahiya cîhanê aşkere kir. Ji ber vê em dizanîn ku berpirsê sereke yê komkujiyan Erdogane. Dibe ku Hûlûsî Akar behsa Erdogan dike. Lê bi qedandina pêvajoya çareseriyê re, dest bi êrîşên li dijî gelê kurd û demokratên Tirkiyeyê hatin kirin. Ji ber ku Erdogan tişta dixwest bi dest nexist, bi komkujiya li Amedê dest bi bêhizûriye kir.”   ‘WÊ NEKARIN SER BIGIRIN’   Turkay, dest nîşan kir ku lingê siyasî yê komkujiyan wê rojek zû ne yek dereng derbikeve holê û wiha bi dawî kir: “Ev desthilatdara siyasî ya reş û tarî, heya ku hesabê van komkujiyan ne de, wê nekara bi awayekê rehet li ser wan qoltixan rûne. Bi van daxuyaniyên wiha wê nekarin li ser van komkujiyan jî bigirin.”   MA / Ferhat Çelîk