Dayikên Şemiyê hunermend Ahmet Kaya bi bîr anî 2020-11-16 14:20:39   NAVENDA NÛÇEYAN – Dayikên Şemiyê, hunermendê kurd Ahmet Kaya bi parvekirina strana “Min Bibîne (Benî Bul)” bi bîr anî.   Hunermendê kurd Ahmet Kaya beriya 20 salan di 16’ê cotmeha sala 2000’î de li sirgûnê li paytexta Fransayê Parîsê koça dawî kiribû. Her çiqas Kaya wefat kiribe jî lê stran û awazên wî û sekna wî di bîra xelkê de û ew bi stran û gotinên xwe tê bibîranîn. Dayikên Şemiyê jî di salvegera wefata Kaya de bi bîr anî. Dayikan li ser hesabê twîtterê Kaya bibîr anî û strana wî ya bi navê “Min Bibîne (Benî Bul”) parve kir û gotin ew wî bi hezkirin bi bîr tînin.