Aşitî: Heqê kesî nîne hêviyên kurdan pûç bike 2020-11-17 09:05:23 AMED - Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetulah Aşitî, derbarê rageşiya ku PDK’ê li başûrê Kurdistanê derxistiye de diyar kir ku şerekî navxweyî wê doza kurdan pûç bike û ev tişt got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê saziyeke netewî were avakirin.”   Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li başûrê Kurdistanê hêzên xwe yên taybet ber bi deverên di bin kontrola PKK'ê de dike tevgerê û ket pey provakasyonan. Ev jî dibe sedem ku di navbera wê û PKK'ê de gengeşî derkeve. Bertekên derdorên kurd ên li dijî vê provakasyona PDK'ê didomin. Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûlah Aşitî, derbarê vê gengeşiya ku bi destê PDK’ê tê derxistin axivî û nirxandinên girîng kirin.    'KES BIRAKUJIYÊ NAXWAZE'   Aşitî, diyar kir ku divê hêzên kurd ên başûrê Kurdistanê destpêkê hevdu rewa bibînin û wiha got: “Piştî ku aliyan hevdu rewa dîtin pişt re wê li cem hev rûnin û astengiyan niqaş bikin. Şerekî navxweyî ku di nava hêzên kurd de çêbibe wê doza kurd pûç bike. Wê heviyên gelê kurd jî pûç bibin. Heqê kesî nîne ku vê yekê bike. Herkes dibêje em naxwazin birakujî çêbibe. Kesek vê kirêtiyê qebûl nake. Ji bo ku birakujî çênebe kesên berpirsyar divê destê xwe deynin bin kevir û bixebitin.”   ‘DIVÊ HEMÛ PARTIYÊN KURD WERIN CEM HEV’   Di berdewamê de Aşitî, bi lêv kir ku ji bo şerekî birakujiyê dernekeve divê hemû alî bi hev re tevbigerin û ev tişt anîn ziman: “Divê hemû partiyên kurd werin cem hev û bê ferq û meyl meseleyê niqaş bikin û rê û rebazekê derxînin. Divê saziyeke netewî bê bîrdozî were avakirin. Saziyeke ku bê cudatî li mesele û partiyên kurdî binêre. Dema cudatî ket navberê wê herkes ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Mesele, me partiyên kurdan xeteke sor di mejiyê xwe de avakiriye, em li gel wê xeta xwe ya sor tên li ser masê û dibêjin ‘em ê yekitiyê ava bikin’. Bi vî şiklî ne gengaz e. Ji ber ku herkes xeta xwe ya sor ferz dike. Ji ber wê yekê divê em wisa nebin dev ji bîrdoziyê û cudatiyê berdin. Divê beriya her tiştî em bibin kurd.”   ‘PIRSGIRÊKAN BI DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN’   Aşitî, xwest ku hêzên kurd pirsgirêkên xwe li ser maseyê bi diyalogê çareser bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê xîreta kurdewarî nehêle şerê birakujiyê çêbibe. Di sedsala 21’emîn de mafê kesî nîne ku birakujiyê di nava kurdan de bike. Dibe ku siyaseta dinyayê, dijminên kurda ne amade bin û nehêlin ku kurd werin cem hev û yekitiyekê ava bikin lê divê kurd hev nekujin.”   MA / Fahretîn Kiliç