Algedîk: Dê ji bo avhewa û hawirdorê bibe karesateke mezin 2020-11-17 09:12:32 ENQERE -  Onder Algedîk, ku Teklîfa Qanûnê ya Piyaseya Ceryanê wekî "karesata hawirdor û avhewayê" pênase kir got: "Heger ev pêşnûma bê qebûlkirin, dê pîşesaziyeke me ya zirarê bide avhewayê û bi her awayî fatûreya wê li gel bê birîn çêbibe."  Îro dê li meclîsê hevdîtina ji bo Teklîfa Qanûnê ya Piayseya Ceryanê ya ji bo şîrketên ceryanê û belavkirina ceryanê dest pê bike. Di qanûnê de dê ligel hilberîna ceryana ji lastîkan çêdibe, ceryana ji ji elketrîkê çêdibe jî hebe. Pisporê enerjî û avhewayê Onder Algedîk, diyar kir ku ev teklîf dê bikêrî şîrketên ku enerjiya xwenûker binpê dikin bê.    PÊŞÎ LI BER LES Û ÇES'AN TÊ VEKIRIN    Algedîk got: "Şîrketên belavkirinê pereyekî zêde distîne. Derbarê vê de dê çend sererastkirinê biçûk ên krîtîk bên kirin. Her wiha di xwe de gelek hûrgiliyên derbarê enerjiya xwenûker de jî dihewîne. A rast piştgiriyên ji bo enerjiya xwenûker sedemeka girîng a teqandina Santralên Enerjiya Jeotermalî (JES) û Santralên Enerjiya Hîdroelektrîkî (HES) ne. Ev pêşnûma niha jî pêşiya Santralên Elektrîkê yên Latîskî (LES) û Santralên Elektrîkê yên Çopî (ÇES) vedike."    Alagedîk, diyar kir ku ev sererastkirin ji bo sektora ceryanê qadeke nû peyda dike û got: "Qadeke ku dê lastîkên wesayîtan û çop bên şewitandin peyda dike. Heger em pêşî li ber vana negirin û wê windahiyê xelas nekin, dê belayeke endustriyê ya pir mezin bê serê me. Hûn nikarin lastîkê bişewitînin. Her kes dizane ku şewitandina lastîkê pir pîs e. Hûn ê enerjiyeke mezin bi kar bînin û hûn ê tiştekî ekî petrolê qirêj bi dest bixin. Ev ne enerjiya xwenûker e, rasterast zirarê dide hawirdorê."    KARESATA HAWIRDOR Û AVHEWAYÊ    Algedîk, anî ziman ku santralên ceryanê yên ji çopan tên çêkirin jî petroleke çalak in û got: "Êdî dê şaredarî hew çopan berhev bikin. Jixwe li welt meseleya çopê heye. Bi ser de jî dê qadeke ku çopê bişiewtîne bê afirandin. diviyabû em li ser girtina santralên komirê baixiviyana, lê radibin ji bo tiştine ku qirêjiyeke nû biafirînin dixebitin. Ev karesaeteke avhewayî û hawirdorê ye. Hem dê avhewayê hem jî dê hawirdorê bikuje."      Algedîk, da zanîn ku ji sala 2017'an heya niha 3 santralên LES'ê dixebitin û got: "Ev li Erzingan, Kocaelî û Duzceyê ne. Niha sê bajarên din jî hene ku hîn pêvajoya wan a ÇED'ê didome. Yanî dixwazin li Çorûm, Kayserî û Konyayê herkê yek û li Enqereyê jî du heban çêbikin. Di sala 2020'an de pêvajoya wan a ÇED'ê dest pê kiriye. Heger ev pêşnûma bê qebûlkirin, dê pîşesaziyeke me ya zirarê bide avhewayê û bi her awayî fatûreya wê li gel bê birîn çêbibe."      Algedîk, diyar kir ku dê hevdîtina derbarê vê mijarê de îro dest pê bike û bang li parlementeran kir: "245 parlementerên me yên muxalif hene. Lê ev hejmar têr nake. Niha 586 parlementerên me hene û bawer dikim dê giş li ber vê rabin. Ji lewra dev ji îqtidarê berde muxalfet jî nizane mijar bi vî rengî ye. Lê kî pê dihese paş ve vedikişe. Yanî rawestandina vê teklîfê pir hêsan e."    MA / Zemo Aggoz