Malbat bi nêzîkatiyeke 'hovane' re rûbirû ne 2020-11-17 09:15:58 SÊRT - Malbatên HPG'iyên jiyana xwe ji dest dane, bi nêzîkatiyên hovane re rû bi rû dimînin. Rayedar telefonî malbatan kirine û ji wan re gotine 'werin cenazeyê xwe bibin.' Lê belê gava malbat çûne, ji hin malbatan re gotine 'ev ne cenazeyê we ye' û yê hin malbatan jî cenazeyên hatine perçekirin rê wan dane.   Li devera bêkesan a Goristana Zevye ya Sêrtê 14 gor hene. Li gor agahiyên bi dest ketine; cenazeyên li vê derê ên HPG'iyan e ku di navbera 20-28'ê Îlonê de li herêma Herekolê di şer de jiyana xwe ji dest dane. Li ser goran dîroka mirinê û hejmara dorê hene. Çendî ku rayedar telefonî malbatan kiribin û ji wan re gotibin 'werin cenazeyê xwe bibin' jî, lê belê gava malbat çûne cenaze radestî wan nekirine.    Nûnera Sêrtê ya Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER) Leyla Ozalp, derbarê vê zilma ku li malbatan tê kirin de axivî.    Ozalp, anî ziman ku pê hesiyane ku di 28'ê Îlonê de li herêma Herekolê de 5 HPG'î di şer de jiyana xwe ji dest dane û rayedarên eskerî telefonî malbatên wan kirine. Ozalp, bilêv kir ku rayedarên eskerî ji bo 5 cenazeyan gazî 15 malbatna kiriye, lê belê cenaze radestî malbatekê jî nekirine.    Her wiha Ozalp, bilêv kir ku di 20'ê Îlonê de li herêma Milê Miskê ya navçeya Hawêlê şerek qewimiye û di vî şerî de 3 HPG'î jiyana xwe ji dest dane û paşê rayedaran gazî hin malbatan kiriye.    ÎŞKENCE   Ozalp, diyar kir ku ji bo tespîtkirina nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane gazî malbatan hatiye kirin, lê belê  gava malbat çûne nehiştina malbat cenazeyan teşhîs bikin. Ozalp got: "Gavî malbatan dikin, lê belê testa DNA'yê nakin. cenaze 3 rojan li morga nexweşxaneyê tên sekinandin û paşê wan li goristana bêkesan defin dikin. Armanca wan bi vî awayî malbatan îşkence bikin. Cenazeyên perçekirî rê hin malbatan didin. Ji hin malbatan re jî dibêjin 'cenaze yê we ye, werin bibin.' Lê gava malbat diçin ji wan re dibêjin 'ev cenaze ne yê wê ye'. Henekê xwe bi malbatan dikin û wan dişînin malê."    3 CENAZE DI HUNDIRÊ KÎSIKEKÎ DE VEŞARTINE    Ozalp, anî ziman ku hin malbat piştî çav li cenazeyên perçekirî dikevin derûniya wan xera dibe û got, malbatan ji wan re gotiye cenazeyên 3 kesan ên perçekirî xistine hundirê kîskekî reş û di gorekê de veşartine.    Ozalap, da zanîn ku heya niha 20 cenaze li goristana bêkesan hatine veşartin, lê belê 6 jê piştî teşxîskirin radestî malbatan hatine kirin û got, 14 cenaze hîn jî li goristana bêkesan veşartî ne.    GAZÎ 60 MALBATÎ KIRIN, LÊ CENAZE NEDAN    Ozalp, bilêv kir ku rayedaran telefonî malbatekê kiriye û gotiye were cenazeyê xwe bibin û got, li ser vê jî malbatê ambulansek girtiye û berê xwe daye navçeya perwariyê. Ozalp, anî ziman ku paşê ji malbatê re gotine 'Ev cenaze ne yê we ye' û nedane. Ozalp, diyar kir ku telefonî malbateke li edenyê jî kirine û ji wan re gotine 'DNA li ehv dertê' û li ser vê malbat hatiye, lê belê gava hatiye ji vê malbatê re jî gotine cenaze ne yê wê ye.    Ozalp got: "Bi vî awayî gazî 60 malbatî dikin. Gava malbat tên, ji wan dipirsin bê ak cihê zarokên xwe dizanin yan na. Cenazeyek jî nedane malbatan. Bi vî awayî telefonî gelek malbatên li Gever, Riha, Êlih, Wan, Amed û Edeneyê dikin û wan nerihet dikin."    Ozalap, vê rewşê wekî "wehşetê" pênase kir û ji bo hesasiyetê bang li raya giştî kir.