Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye biherife 2020-11-17 10:12:33 WAN - Li navçeya Şaxê Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye hilweşe. Gundiyan diyar kir ku heger dêr bê restorekirin dê gelek turîst bên herêmê.   Li gundê Sortkîn ê navçeya Şax a Wanê, Dêra Sûrp Dîgînê ji ber bêxwedîtiyê hindik maye hilweşe.   Li gor çavkaniyên ermenî, di "Badmûtyûn Sirpots Hirîpsîmyants" (Çîroka Hirîpsîme û Ezîzan)" de ku tê di sedsala 19'an de hatiye nivîsandin, Dêra Sûrp Dîgînê rawestgeha ezîzan bûye. Di çavkaniyan de tê diyarkirin ku dêr di sala 1895 û 1915'an de hatiey texrîbkirin. Her wiha tê diyarkirin ku dêr di sedsala 7'an de hatiye çêkirin û di sedsala 9'an de jî hatiye mezinkirin û piştî Şerê Cîhanê yê Yekem jî hatiye xespkirin.    Niha derdora wê dêrê tije ax bûye û qubeya wê û dîwarên wê jî herifîne. Defînegeran hin deverên hundirê wê kolan e û her wiha gundiyan jî bi salan wê wekî axur bi kar aniye.    ‘BILA BÊ RESTOREKIRIN'    Welatiyan anî ziman ku piştî 1915'an hatine gund û gotin, malên ermeniyan ên berê hatine xerakirin û li şûna wan li dora dêrê ji xwe re xanî çêkirine.    Remzî Kartal got: "Em dixwazin dêr bê restorekirin. Her sal deverek wê diherife. Ji ber ku li herêmê pir berf dibare, her sal deverek wê texrîb dibe. Lewma em bang li Wezîrê Turîzm û Çandê dikin, vê avahiya dîrokî restore bikin."    Ahmet Tûcî jî got: "Çawa ku mizgeft ji bo me pîroz e, dêr jî ji bo ermeniyan ew qasî pîroz e. Ev dêr, dêreke pir kevn e. Bêxwedî maye. Heger xwedîtî lê bê kirin dê pir xweşik bibe. Berê gelek papaz hatine vê dêrê. Kerwan li vê derê sekinîne, îbadeta xwe kirine. Berê dêr têkûz bûye. Kî hatiye gotiye defîne heye û ew texrîb kirine. Ji ber mirovên nezan ketiye vî halî. Em dixwazin bê restorekirin. Heger bê restorekirin dê gelek turîz bên vê derê."