18 caran binçavkirin, 66 lêpirsîn: Em ê paşve gav neavêjin 2020-11-17 10:13:41 ŞIRNEX - Di operasyonên siyasî yên heta niha li navçeya Cizîrê hatin lidarxistin de, Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç 3 caran û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî 15 caran hatin binçavkirin. Tunc û Kutlu têkildarî hedef girtina xwe de, gotin: "Êrîşên wan çiqas zêde bibin, em ê berxwedana xwe ewqasê mezintir bikin."  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polîsan di 7'ê mijdarê de bi ser malan de girtibûn û Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 12 endam û rêvebirên HDP'ê binçav kiribûn. Di her operasyonên siyasî yên li navçeyên de herî zêde jin û xebatên wan tên hedef girtin. Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya ku qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, 15 caran di operasyonên siyasî de tê binçavkirin 50 lêpirsîn derbarê wê de hatine vekirin. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunc jî ev 3 carin tê binçavkirin û 16 lêpirsîn lê hatine vekirin. Di heman demê de Tunc ji propagandayê salek û 2 meh ceza lê hatiye birin. Têkîldarî binçav û lêpirsînên ku der barê wan de hatine vekirin, Tunc û Kutlu axivîn.   'DIXWAZIN EZ WELAT TERK BIKIM'   Kûtlû, diyar kir ku ew di her binçavkirinê de bi cureyên tundiyê yên cur bi cur re rûbirû dimînin û wiha axivî: "Roja ku min dest bi têkoşînê kir û heya roja îro rojek ku beyî tundiya dewletê min derbas nekiriye. Bi gefan, zextan û êrîşan her tim me dixwin hedef. Bi giştî heta niha ez 15 caran hatim binçavkirin û 2 caran ketim girtîgehê. Derbarê min de 50'î lêpirsîn hatine vekirin. Di nava jiyana rojane de jî, di lêgerîna polîsan de û çalakiyan de em bi heman nêzîkatiyan re rûbirû dîminin. Min ji vê rewşê ev yek fêm kir berxwedana jinê û pêşveçûna jinê ji vê pergalê re xetereya herî mezin e. Ji ber wê evqas êrîşî me dikin. Bi sedemên vala em tên binçavkirin. Di her binçavkirinê de tundiyeke cuda li me tê kirin. Ji ber ku şenber nikarin tiştekî bikin, serî li van rêbazan didin. Dixwazin pêşiya berxwedana me bigirin. Ez weke jineke botanî dibêjim girtin û binçavkirin wan wê nekarin pêşî li têkoşîna me bigirin. Dixwazin ez welatê xwe terk bikim û dev ji siyaset û têkoşîna xwe berdim. Lê ez ê gavekê jî paş neavêjim. Ez li ku bim ez ê têkoşîna jinê û ya siyasî bidomînim. Ew çiqas li ser me tundiyê û êrîşan zêde bikin, em ê ewqas berxwe bidin."   BI AVAKIRINA YPS'Ê HATIN SUCDAR KIRIN   Kûtlû, di dewama axaftina de wiha got: "Di binçavkirina me ya dawî de xebatên me yên jinan weke sûc hatin nîşandin. Em bi avakirina YPS'ê sucdar kirin. Digotin 'ji we re ferman hatiye ku hûn YPS'ê dîsa ava bikin.' Tiştên ku tu eleqeyek me wan re tuneye ji me hatin pirsîn. Dîsa civîn û xebatên TJA'yê ji me pirs kirin. Ji min pirsa 'Tu çima tevlî civînên TJA'yê dibî' kirin. Ev jî dide nîşandan ku ji rêxistinbûyîn û hêza jinan ditirsin. Em 11 kes hatin binçav kirin. Her 9 hevalên mêr hatin berdan. Lê em 2 hevalên jin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Bi binçavkirin û girtinên jinan dixwazin, civakê bifetisînin. Lê heya em hebin emê destûr nedin van polîtîkayan. Em li ku mabûn em ê li wir berdewan bikin"   16 LÊPIRSIN LÊ VEKIRIN   Hevseroka rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunc jî, bal kişand ser lêpirsînên ku heta niha derbarê wê de hatin vekirin û wiha axivî: "Ev nêzî 3 sal û nîve, ez di nav rêveberiya HDP'ê de cih digirim û ev du serdemîn jî ez hevserokatiyê dikim. Êrîşên hêzên dewletê yên li dijî me her roj zêde dibin. Kesên ku herî bi çalak dixebite dewlet bêtir ser wan de êrîşên xwe zêde dike. Der barê min de heta niha 16 lêpirsîn hatine vekirin. Min jî dozekî ceza girt. Dosyayên ku hatin vekirin jî biryara bêşopandinê tê dayîn, lê bi awayeke lez dosyayeke cuda tê vekirin. Di van 3 salên dawî de dewletê li Cizîrê li dijî rêvebiran êrîşên xwe zêde kirine. Ev êrîş jî, her roj berdewam dikin. Ji xwe kesên ku endamên HDP'ê bêtir êrîş dikin."   'XEBATÊN JINAN ÎLEGALÎZE DIKIN'   Tunç, operasyonên li dijî endam û rêveberên HDP'ê weke operasyonên tolhildanê pênase kir û bilêv kir: "Bêriya niha jî em 12 kes hatibûn binçavkirin. Bi hincetên vale me binçav dikin. Îfadeyên şahîdên nepen ên wan bi xwe li gorî xwe peyda kirine nîşanî me didin. Xebatên me yên jinan tên îlegalîze kirin. Ev operasyon jî operasyonên tolhildanê bû. Di serdegirtina malan de jî, bi muameleyeke cuda nêzî me bûn. Weke ku em mirovên îlegalîn tevgeriyan. Derdorê mala me girtin û dema serdegirtinê de çek kirin serê min de. Deriyên me şikandin. Lê em vê yekê dizanin ku dewlet ewqas teng bûye ku wisa bi awayek hovane êrîş dike. Dema ku xebatek me encam digire êrîş dikin."   'EM Ê GAV PAŞVE NEAVÊJIN'    Tunc, dest nîşan kir ku ewê heta dawiyê tebikoşîna xwe birêve bibin û wiha bi dawî kir: "Ev êrîşên ku HDP'ê krîmalîze dikin, wê têkoşîna me mezintir bike. Ev 40 salin êrîşî me dikin. Lê nekarin me. Ev dosyayên ji bo me hatine vekirin, wê nekarin gav bi me bidin paşve avêtin. Em ê têkoşîn, bertek û nerazîbûnên xwe mezintir bikin."   MA/Zeynep Dûrgût